Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Daxuyaniya KCK û PKK’ê ya 1’ê Gulanê

KCK û PKK bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir û bang li her kesî kirin ku 1’ê Gulanê dakevin qadan û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên AKP-MHP’ê têkoşînê geştir bikin

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêveber a PKK’ê  têkildarî 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de 1’ê Gulanê li kedkarên kurd, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê pîroz kir û wiha got: “1’ê Gulanê her wiha li dijî modernîteya kapîtalîst ku dijminê ked û civakê ye, roja hildana alaya sosyalîzmê ye. Reng, dîn, ziman, zayenda xwe çi dibe bila bibe, ew roj e ku tevahiya mirovahiyê bêrîkirina xwe li cîhana azad û demokratîk berz dike. Em hemû şehîdên 1’ê Gulanê û têkoşîna kedê bi minet û hurmet bi bîr tînin ku 1’ê Gulanê kirine ji bo hemû mirovahiyê kirine roja demokrasî, azadî û civakîparêziyê.

1’ê Gulanê dozeke mezin e

1’ê Gulanê, roja yekitî, piştevanî û têkoşînê hê di serî de bi berdêlên mezin hatiye afirandin.  Darvekirina 4 rêberên karkeran a sala 1887’an diçespîne ku 1’ê Gulanê çawa dozeke mezin e. Ji wê rojê û heta niha gelek şehîd bûne, ferman û banga wan 1’ê Gulanê di demeke ne pir dûr de kiriye hêza pêkanîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê.

1’ê Gulanê ku derbirîna hişmendî û jiyana civakî ye, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku cografyaya civakîbûnê ye, bi rengekî pir xurt tê jiyîn. Li Tirkiyê 1’ê Gulanê gelek şehîd bûne û weke rojeke ku têkoşîna mezin tê dayîn her demê bi rengekî xurt hatiye pîrozkirin. 1977’an 1’ê Gulanê qetilkirina 34 kedkar û demokraran 1’ê Gulanê kiriye rojeke hê meztir a têkoşînê.

Kurd jî, weke gelê kedkar ê civakîparêziya herî sereke yê Rojhilata Navîn tevahiya dîrokê bi berfirehî jiyaye. Ji salên 1970’yî û vir ve weke civaka ku li Rojhilata Navîn têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê li herî pêş dide, şanaz e ku yek ji parêzvanê herî mezin ê nirxên 1’ê Gulanê ye. Kurd îro bi paradîgmaya azadîxwaziya jinan, ekolojîk û demokratîk di rewşeke wiha de ne ku sosyalîzmê bi rengekî herî demokratîk diparêzin û dijîn. Jixwe ji ber vê sedemê faşîzma AKP-MHP’ê, ya ku li Rojhilata Navîn nûnerê sereke yê modernîteya kapîtalîst û dijminê demokrasiyê, êrîşê dibe ser hêzên azadiyê yên gelê kurd.

Jina ku civakîparêzî, ango civaka mirov li Rojhilata Navîn afirandî, îro di şexsê jinên kurd de, jinên demokratîk a civakîparêz bûye pêşengiya jiyana azad. 8’ê Adarê û 1’ê Gulanê ku weke rojên hev temam dikin, ji bo ku hişmendiya nû ya sosyalîzmê li hemû cîhanê serwer bibe bi rola xwe ya dîrokî radibin. Ev 1’ê Gulanê ne tenê li Kurdistanê, Tirikye û Rojhilata Navîn, ji bo jinên ku 8’ê Adarê li tevahiya cîhanê rabûne ser xwe, 1’ê Gulanê wê bibe roja ku bi rengê civakê rabin ser xwe. Êdî 1’ê Gulanê wê weke roja jinan a azadî, demokrasî û sosyalîzmê were pîrozkirin.

Îro desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê bûye pêşenga dijminatiya demokrasî û azadiyê. Bi vî rengî, li gel ku desthilata faşîst a hêzên modernîteya kapîtalîst e jî, domandina têkilî û hevkariyê ya bi desthilata faşîst a AKP-MHP’ê re xweştir tê fêhmkirin. Hem ji vê desthilatê re dîktatorî û faşîzm dibêjin û hem jî destekê didin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê her wiha yek ji wan desthilat e ku hêla Covîd-19’ê ya ku hişmendiya hilberandina endûstrîyalîzmê û jiyanê ya kapîtalîzmê afirandî li dijî kedkaran û gelan herî li pêş bi kar aniye.  Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku destpêkê gotî li nav wan zêde nîne, niha jî dibêje li nav wan zêde heye, Covîd-19’ê li dijî li dijî têkoşîna hêzên demokrasî û kedkaran ya li didjî vê desthilata faşîst tê bikaranîn. Herî dawî bi hinceta pêşî li nexweşiyê were girtin, bi gotina tam xwegirtinê, dixwaze pêşî lê bigire ku gel li dijî şerê wan ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd dernekevin derve û hem jî dixwaze têkoşîna hêzên demokrasiyê 1’ê Gulanê neyên cem hev û li dijî vê desthilatê tênekoşin. Divê neyê qebûlkirin ku ev desthilata ku jê berpirs e Covîd-19 ev çend berbelav bûye, ji bo ku desthilata xwe li ser pêyan bihêle Covîd-19’ê ji bo xwe bike mertal. Hemû kedkdarên tirkiyeyî li her devera Kurdistanê û Tirkiyê divê tevdîrên xwe bi cih bînin, werin cem hev û têkoşîna demokrasiyê ya yekbûyî ya gelan deynin holê. Di vê 1’ê Gulanê de yekitî, piştevanî û têkoşîna gelan û kedkadaran divê dawiya vê desthilatê nêz bike. Hemû qadên Kurdistanê û Tirkiyeyê divê bibin qadên 1’ê Gulanê.

Gelê kurd jî divê bibîne ku desthilata AKP-MHP’ê şerê qirkirina kurdan daye destpêkirin, têkoşîna bûyînê ya gelî bide, li dijî vê desthilatê li cem gerîla bisekine.

Hemû kedkar, gel, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê divê mil bidin gelê kurd, li dijî vê desthilatê têkoşînê geş bikin û dawî li vê desthilatdariya faşîst bînin.”

PKK: Di 1’ê Gulanê de em têkoşîna li dijî dagirkeriyê geş bikin!

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya 1’ê Gulanê wiha ye:

“Em; gelê kurd ê welatparêz û kedkar dikevin 1’ê Gulanê. 1’ê Gulanê ku roja têkoşîn, piştevanî û yekitiyê ya karker û kedkaran e pîroz dikin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê nîşan dan ku 1’ê Gulanê ya îsal wê bi coşeke hîn mezintir derbas bibe û di berxwdana gel de ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bibe asteke bilind. Ji niha ve tê dîtin ku qad û kolan wê bi karker û kedkaran tijî bibe û di vê mijarê de wê guh nedin tu astengî û qedexeyê. Aşkera ye ku li her qadê wê qîrîna ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bilind bibe. Diyar e ku gelê me wê qadên 1’ê Gulanê dagire, pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ bilind bike û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bike.

Li ser vê bingehê em 1’ê Gulanê roja têkoşîn, piştevanî û yekitiyê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me yê welatparêz, karker û kedkaran, hêzên şoreşger û sosyalîst pîroz dikin; di 1’ê Gulanê de ji her kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re serketinê dixwazin. Di şexsê hevrê Sînan Dersim de ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê, Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê bû û di nava rêveberiya HBDH’ê de nûnertiya PKK’ê temsîl dikir, şehîdên 1’ê Gulanê û têkoşîna me ya azadiyê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin; soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derdikevin û armancên wan bi ser bixînin. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê wê pêvajoya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê zûtir bike; em bang li gelê xwe yê welatparêz, karker û kedkarên Tirkiyeyê, jin û ciwanan dikin ku ji bo hilweşandina dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst qadan dagirin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd, weke hêzên karker û kedkar ên cîhanê di pêvajoyeke bi vî rengî ya watedar a 1’ê Gulanê de ye. Di demeke wiha de em dibînin ku dewleta tirk a faşîst-qirker û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji êvara 23’ê Nîsanê ve li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke tunekirinê û dagirkirinê ya plankirî ya nû dimeşîne. Artêşa tirk a faşîst û çeteyên şerê taybet ên qirêj di ser Qilaban, Çelê, Gever û Şemzînanê re sînor derbas kirin û ji çar baskan ve êrîşî herêmên gerîlayên HPG û YJA Starê kirin.

Em serkeftinê ji pêngavên gerîla re dixwazin

Di êrîşa navborî de balafir û helîkopterên şer, balafirên keşfê, hêzên hewayî bi temamî û yekîneyên bejahî û çeteyên ji ber DAIŞ-El Qaîdeyê mane, tên bikaranîn. Bi bombardûmaneke giran ji hewayî ve hêz li herêmê tên danîn, bi vî rengî hewl tê dayîn ku noqteyên stratejîk ên di bin kontrola gerîla de ne bên dagirkirin. Li ser vê bingehê gundên li herêmê, wargehên sivîl ên li herêmê bi zorê têne valakirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku dijminê kurdan e, hewldanên xwe yên dagirkirina rojava û başûrê Kurdistanê, ku li Efrîn û Serêkaniyê dest pê kir, li Xakurkê û Heftanînê dewam kir, niha jî dixwaze bi dagirkirina Metîna, Zap û Avaşînê dewam bike. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi lehengî li dijî van êrîşên dagirker qirker li ber xwe didin û saziyên çapemeniyê timî ji raya giştî re radigihînin ku derbên giran li hêzên dagirker têne xistin. Biryargeha me ya gerîla têkildarî encamên şer her roj bîlançoya şênber aşkera dike. Aşkera ye ku dagirkirina van qadan wê hêsan nebe, hêzên dewleta tirk a faşîst ketine xefika gerîla, erdnîgariya Zagrosê ya bi heybet wê bibe goristan ji faşîzma AKP-MHP’ê ya mêtinger-qirker re û serketina ku gerîla di sala 2008’an de li Zapê da destpêkirin û sibata derbasbûyî li Garê dewam kir, wê li Zagrosê temam bike. Li ser vê bingehê em berxwedana lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikin û ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ku gerîla dane destpêkirin, serketinê dixwazin.

Faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên qirkirinê bi piştiriya DYE, Yekitiya Ewropa û Rûsyayê dike

Balkêş e ku êrîşa navborî 23’ê Nîsanê heman piştî axaftina destpêkê ya navbera rêveberiya nû ya DYE’yê û rêveberiya Tayyîp Erdogan dest pê kir. Êrîşa Zapê ya Sibata 2008’an jî heman piştî hevdîtina 5’ê Nîsana 2007’an a navbera Rêveberiya DYE’yê ya wê demê û Tayyîp Erdogan de hatibû destpêkirin. Ji 1’ê Kanûna 2007’an û pê ve DYE’yê qada hewayî ji balafirên dewleta tirk re kiribû, bi ÎHA’yan agahiyên keşfê dabû dewleta tirk, di Sibata 2008’an de jî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk ketibû rojevê. Bêguman ev hemû tesadûfî nîne, tiştên bêwate nîne. Hêzên ku li ber hebûna PKK’ê ya li Iraqê radibe, ji Kanûna 2007’an ve dengê xwe li êrîşên dewleta tirk ên li dijî PKK’ê yên li nava xaka Iraqê dernaxîne û piştgiriya van êrîşan dikin. Ev nêzîkatî dike ku rewş bêhtir bê fêhmkirin.

Faşîzma AKP-MHP bi piştgiriya ji DYE, Yekitiya Ewropa û Rûsyayê werdigire êrîşên qirkirinê dibin ser kurdan. DYE û dewleta Iraqê qada hewayî ji hêzên dewleta tirk re vekirine ku bi vî rengî piştgiriyê didin êrîşê. Di serî de PDK, hêzên kurd ên ku li ber vê dagirkeriyê ranabin, neyekser jî be piştgiriyê didin êrîşa dagirkeriyê. Bi vê wesîleyê, girîng e ku ev rastî bê destnîşankirin û ji raya giştî re bê ragihandin. Lê belê tişta ku hêzên navborî dike, aşkera ye ku tê wateya piştgiriya ji bo qirkirina kurdan. Yên ku niha destekê didin qirkirina kurdan, gotinên wan ên ji bo şermezarkirina qirkirina ermenan a beriya 106 salan hate kirin, ne cihê baweriyê ye. Polîtîkaya wan a berdana hev, êdî teşhîr bûye û bêqîmet bûye. Eger ev hêz xwe sererast nekin, ev polîtîkayên wan wê ji aliyê dîrokê ve bê darizandin.

Li dijî êrîşên dagirker bi hemû hêza xwe em ê têbikoşin

Pir aşkera ye, em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd ê welatparêz, weke heta niha ji niha û şûn de jî li dijî van êrîşên dagirker ên qirker bi hemû hêza xwe em ê li ber xwe bidin. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, ji bo azadiya Kurdistanê û gelê kurd heta dawiyê em ê têbikoşin. Berdêla vê çi dibe bila bibe em ê wê berdêlê bidin. Gerîlayên me yên leheng û gelê me yê welatparêz her roj bi derbên ku lê dixe wê Kurdistanê ji qirkerên faşîst re bike zindan. Hişmendî û siyaseta faşîst-qirker wê li çiya û bajarên Kurdistanê were gomkirin.  Tenê me dixwest ku di têkoşîneke wiha pîroz de xwest hemû hêzên siyasî yên kurd li cem xwe bibînin! Me tenê dixwest ku kî dibe bila bibe tu kes bi sûcê qirkirinê deqê neyîne ser xwe!

Gelê me yê welatparêz divê xweş zanibe di rewşeke wiha de ku em coşa 1’ê Gulanê dijîn, dijminê faşîst-qirker hewl dide ku êrîşeke wiha ya dagirkeriyê û îmhayê li ser me ferz bike. Rewş cidî û giran e. Roj roja têkoşînê ye, roj ew roj e ku dijminê faşîst-qirker li Zapê û li Zagrosê were fetisandin. Divê şik û guman nebe hêzên me yên gerîla yên leheng tişta ku ji dest tê wê bikin. Lê kar û peywira pîroz dikeve ser gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, li ser jin û ciwanan. Nexasim rola ku wê gelê me yê başûrê Kurdistanê bilîze bi maneyeke dîrokî ye û ji bo pêkhatina azadiya kurdan xwedî roleke girîng e. Naxwe gelê me yê welatparêz divê xwedî li vê peywira xwe ya dîrokî derkeve û li ku derê dibe bila bibe li dijî dîktatoriya faşîst-qirker a AKP-MHP’ê divê têkoşînê geş bike. Divê hewl bide ku gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê tev li vê têkoşîna pîroz bike.

Em faşîzma AKP-MHP’ê li Zap û Zagrosan veşêrin

Aşkera ye, ev tiştên ku bi tevgerî û gel em dijîn 1’ê Gulanê bêhtir bimane dike, dibe sedem ku em rêgeza yekitî, piştevanî û têkoşînê ya 1’ê Gulanê zêdetir bijîn. Naxwe li dora rêgezên azadî, wekheviya cihêtiyan û demokrasiyê ya 1’ê Gulanê zêdetir werin cem hev, bêhtir piştevanê hev bin û bi têkoşîneke mezin em faşîzma AKP-MHP’ê li Zap û Zagrosê gom bikin. Em Şoreşa Azadiya Jinê geş bikin, her cure paşverûtiya zilamê serwer hilweşînin û bi vê bingehê em jiyana azad û civaka demokratîk geş bikin. Em Şoreşa Ekolojîk geş bikin, pergala modernîteya kapîtalîst ku vîrûsa koronayê hilberandiye bavêjin ser sergoya dîrokê.

Bi vê çarçoweyê em carek edî 1’ê Gulanê li gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên kedkar pîroz dikin, em bang li her kesî dikin ku 1’ê Gulanê meydanan tije bikin û li dijî êrîşên AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker têkoşînê geştir bikin!” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar