Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Daxûyaniya Wezareta Edaletê ya derbarê Îmraliyê gûmana çêdike

Wezareta Edaletê ya tirk diyar kir ku wan komeke teknîkê şandiye Greva Îmraliyê a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir di bin tecrîda girankirî de ye. Sedema şandina ‘komê’ jî wek xisar dîtina avahiya jendirmeyan ya ji ber bagerê nîşan da.

Wezareta Edaletê der barê nîqaşên li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 3 sal in tu agahî jê nayê girtin de, daxûyaniyek da û diyar kir ku komeke teknîkî çûye Îmraliyê û li ser avahiya ku ji ber bagerê xisar dîtiye, lêkolîn kirine.

Wezaretê destnîşan kir ku di 5-7 sibatê de ji ber bager û bahozê xisar gihiştibû avahiyên Fermandariya Ewlehiya Giravê ya Jendirmeyan a li Îmraliyê û ji bo lêkolîna vê xisarê komek hatiye peywirdarkirin.  Di daxûyaniyê de hate diyarkirin ku Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Bûrsayê di 22’ê sibatê de daxwaz kiriye  û di 1’ê adara 2023’yan de nivîsek bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re hatiye şandin û ji bo lêkolîn û tadîlata xisara ku çêbûye, divê komeke teknîkî were peydakirin.

“Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, endazyarekî makîneyan ê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê,  endazyarên avahî û elektrîkê yên di Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê yên Wezareta Edaletê bi giştî 4 kes û ji bo koordînekirina komê Hakîmê Pêkanîna Berpirsyarê Buroya Emlakê ya Avahiyan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê yên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, di 21’ê adara 2023’yan de ji bo lêkolînê hatine peywirdakirin. Komê rapora derbarê xurtkirin û tadîlata pêşkeşî Midûriyeta Giştî kiriye. Lêkolîn bi tenê li avahiyên xizmetê yên Fermandariya Ewlekariya Giravê ya Jendirmeyan a Giravê hatiye kirin û li beşên ku girtî lê hene tu lêkolîn û kontrol nehatiye kirin.”

Li gor daxûyaniyê beşên ku Rêberê Gelê Kurd lê ye nehatiye lêkolînkirin û ev rewş bi mirov re gelek pirsnîşanan dide ava kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar