Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Daxuyaniyên ji bo 1’ê Gulanê

1’ê Gulanê Roja Karkeran ên bi daxuyaniyên cur bi cur hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku li dijî desthilatdariyên divê têkoşîn bê geşkirin

Navenda Nûçeyan |

1’ê Gulanê Roja Karkeran ên Cîhanê bi peymanên cur bi cur hatin pîrozkirin.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de banga geşkirina berxwedan û têkoşînê kir û ev tişt anî ziman: “1’ê Gulanê dijî kedxwarî, zilm û şer weke roja yekitî û têkoşînê zêdetir watedar dibe. Em gel, kedkar, jin, ciwan, bawerî û hemû çewisandî, 1’ê Gulanê bi berxwedan û ruhê yekitiyê, li dijî kedxwarî, komkujî û bobelatên modernîteya kapîtalîst, bikin wesîleya yekitiya demokratîk a hemû derdorên ku hatine vederkirin. Bi têkoşîna hevpar a dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê em derkevin qadan û li dijî modernîteya kapîtalîst bibin weke kulmekê. Li her devera ku em lê ne û her demê em bibin yek, li dijî tecrîd, faşîzmê berxwedana azadiyê geş bikin.”

Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de bal kişand ser rola girîng a karkeran di avakirina civakeke xurt û hevgirtî de.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de 1’ê Gulanê pîroz kir û ev tişt parve kir: “1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê ye ku li ser bingeha rêzeçalakî û beşdarbûnên karkeran ji bo bidestxistina mafên ku jê hatibûn mehrûmkirin, hate pejirandin. Bêguman, çîna karkeran a hilberîner yek ji hêzên girîng e ku hewl didin guhertin û veguhertinê di civakan de pêk bînin. Ew civakên ku bi rêya şoreşan ji sîstema serdestiya takekesî ber bi forma civakî û demokratîk ve guhertineke bingehîn çêdikin.

Lewre jî di gelek qonaxên dîrokê de ev nirx ji bo beşê karkeran nehat dayîn. Vejandina vê rojê bi rengekî pratîk tekezkirina vê role û vê çalakiyê ye û beşeke pêkanîna edaletê ji bo çîna karkeran e.

Guhertin û veguhertina em di bernameya xebatên xwe de hewl didin pêk bînin, di nava xwe de nirx û edaleta ji bo karkeran pêwîst, dihewîne. Em bi rêya projeyê dixwazin hemû rêbazên klasîk ên birêxistinbûn û rêveberiyê derbas bikin, da ku karker hemû tiştên hêjayî xwe bi dest bixin.”

Peyamên HDP û DBP’ê : AKP-MHP dijminê ked û kurdan e

Komîsyona Kedê ya HDP’ê got ku kevneşopiya zext, çavtirsandin û komkujiyê ku ji berê ve li ser karker, jin û kurdan hatiye kirin îro bi tifaqa AKP-MHP’ê tê domanddin û wiha bang kir: “Ji bo ku em canên ku 1’ê Gulana 1977’an me ji dest dayî ji bîr nekin û hesab bipirsin em têkoşînê geş dikin. Ji bo kar-nan, dad û azadiyê em bang dikin ku her kes bi giyanê 1’ê Gulanê têbikoşe.”

DPB’ê jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Qêrîna azadiyê ya jinan bi berxwedana Newrozê re em ê bibin yek, bi geşkirina têkoşîna kedê ya 1’ê Gulanê em ê dawî li desthilata yekzilamî bînin. Bi baweriya mafê demokratîk û azadî encex dê bi ruhê piştevaniyê bi ser bikeve, em 1’ê Gulanê roja ked û piştevaniyê pîroz dikin, rêxistiniya hêviyê dikin.”

Peyama malbata Şenyaşar

Malbata Şenyaşr jî ku ev 54 roj in li dijî komkuiya parlamenterê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî di nobeta edelateyê de ye, li ser hesabê medyaya dijîtal wiha got: “Di vê demê de ku edalet di bin zexta siyasî de tê serkutkirin, em malavayî li wan parêzeran dikin ku em tenê nehiştine. Silav li wan kesên xwedî wijdan ku di her şertî de dengê xwe li dengê me zêde dikin.  1’ê Gulanê, Roja Ked û Piştevaniyê pîroz be.”

Mizrakli: Roja kedkaran pîroz be

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û di 22’yê Cotmeha 2019’an de hat girtin, bi boneya 1’ê Gulanê daxuyanî da.

Mizrakli, di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dijital parve kir de wiha got: “1’ê Gulanê roja guhertina cîhanê ya rêxistinên berxwedêrên demokrastîk ên têkoşîna maf û azadiyê didin. Roja kesên ne bi diziyê, bi keda xwe ava dikin pîroz be!

Roja ked û kedkarên cîhanê piroz be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar