Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Daxwaz û xeyala wê avakirina komeke defê ye

Def yek ji amûrên muzîka kurdî ya resen e. Di heman demê de xwedî dîrokeke kûr û civakî ye jî. Di nav baweriyên civaka kurdî de heta roja me ya îro jî def pir tê bikaranîn. Her wiha di beşa hunerî de jî xwedî cihekî navdar e. Def weke amûrekî muzîkê tevî mêran ji aliyê jinan ve jî tê bikaranîn.

Jina ciwan a bi navê Haje ya yek ji kesên pir ji muzîkê hez dike, sala 1993’yan li bajarê Silêmanî ji dayik dibe. Haje keça helbestvan Bast Heme Xerîb e û di zarokatiya xwe de bi kemanê ber bi muzîkê ve gav avêtiye. Haje ya nêzî du salan bi vî karî re mijûl dibe ji ber gotin û rexneyên hinek kesan ji muzîkê dûr dikeve.

Haje ya tevî vê dûrketinê jî tu carî dest vê xwestek û hêviya xwe ya ji bo muzîkê berneda, piştî çend salan careke din û vê carê bi defê ber bi muzîkê ve bi xurtî gavan diavêje. Haje dibe endama Koma Mehûy û di çend klîbên hatine amadekirin de jî cihê xwe girtiye. Yek ji wan wan jî klîba hunermend Burhan Mihemed e.

Haje, ev saleke xwendekara Fêrgeha Koma Mehûy e û li cem muzîkjen Cengîn Cemal fêrî defê dibe. Haje ya di mijara tevlibûna xebatên klîban de ku malbata wê jêre dibe destek wiha got: “Bi rastî piştgiriya malbatê pir girîng e û bandorê ji bo tevlibûna jinan a li vê qadê dike. Ji ber gotinên xelkê min berî niha bi salan dest ji kemançeyê berda. Çend salên min vala çûn. Lê ez niha dikarim valatiya wan salan dagirim.”

Haje bal kişand ku di gelek komên hunerî û klîban de jin tenê weke dekor tên bikaranîn û ev tişt anî ziman: “Di her karên ez dixwazim beşdar bibim de naxwazim weke dekor bim. Divê dengê defa min û rastiya min hebe. Xwestek û hêviya min ew e ku weke bersiveke ji wan rexneyan û vê fikrê re ez komeke defjeniyê ava bikim.”

Yek ji daxwaza Haje jî ew e ligel bavê xwe helbestvan Bast Heme Xerîbî jî berhemeke hevbeş amade bike. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar