Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin

Li gelek navendan, bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê hat kirin.

Di serî de Amed, Edene, Êlih û gelek bajaran, ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimakê Zikmakî ya Cîhanê bi tevlîbûna gelek kesan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de qala girîngiya zimanê zikmakî hat kirin û daxwaza ku polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanên zikmakî bên bidawîkirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdeyî bê dayîn.

Amed

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, li ber derê Faqulteya Hiqûqê hatin gel hev û 21’ê Sibatê bi daxuyaniyekê pîroz kirin. Xwendekaran di daxuyaniya xwe de pankarta “Dar li ser koka mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” vekirin û dovîzên “Jiyana bêziman nabe” û “Zimanê azad jiyana azad” hilgirtin. Di daxuyaniyê de li ser navê xwendekaran xwendekar Onûr Erzen axivî û diyar kir ku zimanê wan ê zikmakî ne ji ber polîtîkayên tekperest ne li dibistanan ne jî li meclisê nayê qebûlkirin. Piştî daxuyaniyê bi awayekî sembolîk dersa kurdî hat dayîn. Daxuyanî bi govend gerandinê bi dawî bû.

Edene

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, bi şîara “Zimanê zikmakî maf e nikare bê qedexekirin” li Parqa Înonî ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê zikmakî maf e nikare bê qedexekirin. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” hat vekirin. Dovîzên “zimanê zikmakî jiyan e” yên bi kurdî, erebî, tirkî û ermenkî hatin hilgirtin. Endam û rêveberên HDP’ê yên navçe û bajar û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edenê Yakûp Ataş axivî û diyar kir ku zimanê mirov sedema hebûna mirov e.

Hevserokê HDP’a Edenê Mehmet Karakiş jî xwest ku nasname û rastiya kurdan bê qebûlkirin û zimanê kurdî weke zimanê fermî bê naskirin.

Daxuyanî bi dûrişmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Êlih

Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Êlihê, li Parqa Yilmaz Guney daxuyanî da. Endam û rêveberên ARÎ-DER’ê, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” hat vekirin. Parlamenter Tiryakî, xwest ku li ziman xwedî bê derketin û li Êlihê her kêliya jiyanê bibe kurdî.

Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Buksel jî xwest ku terka bîrdoziya “tekperest” bê kirin û xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin û perwerdeya bi zimanê zikmakî bi awayekî qanûnî bê nasîn.

Daxuyanî bi dûrişmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Mêrdîn

Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi 5 zimanan helbest hatin xwendin û Koroya Zarokan a Kurdî kilam gotin.

Wan

Komeleya Çand, Huner, Mirovnasî û Zanîstê ya Wanê (BASK-DER), 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de endamê BASK-DER Yûnûs Kuçukçelebî axivî û diyar kir ku kurd destûr nadin polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê xwe û ev tişt got: “Zimanê kurdî zimanê neteweyeke nêzî 50 milyon kesî ye. Lê zimanê kurdî ji derfetên bikaranînê, kurd jî ji mafê xwe yê ziman bêpar hatine hiştin”.

 Erdîş

Li navçeya Erdîş a Wanê jî Komeleya Lêkolînên Çand, Huner û Ziman (ARSÎSA), xwest li eywaneke dewetê li ser ziman panel li dar bixe. Lê destûr nehat dayîn. Dema ku ji destpêkirina panelê re demeke kurt ma polis hatin eywanê û gotin ku wê destûr nedin panelê. Berdevkê Komeleyê Cevdet Zîlanli, bertek nîşanî pêkanîna li dijî wan da û got ku astengkirin bikêfî ye. Li ser astengkirina panelê girseya ji bo panelê hatibû ber eywanê derbasî avahiya ARSÎSA’yê bû. Li vir Zimanzan Samî Hêzil û Ehmet Salxin li ser ziman axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên pişaftinê.

 Qers

Rêxistina HDP’ê ya Qersê, ji bo Roja Zimanê Zikmakî li avahiya xwe daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengîn Anli axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê ziman hatine tunekirin û ev tişt got: “Heke bi kurdî neyê axaftin, neyê hînkirin bi tunebûnê re rû bi rû bimîne. Heke ziman tune bibe wê jiyan jî tune bibe. Mafê zarokên kurd e ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. Ev maf nikare bê astengkirin.”

 Colemêrg

Li Colemêrgê  HDP’ê li pêş avahiya xwe têkildarî rojê daxuyanî da. Rêveberê bajêr Kadîr Şahîn ê daxuyanî xwend, wiha got: “Zimanê kurdî di girtekên Meclisê de weke zimanê nayê zanîn derbas dibe. Em weke partî di her şert û mercî de dibêjin dersên bijarte têra nakin û herkes xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.”

Gever

Daxuyaniya li pêş avahiya HDP’ê ya Geverê hat dayîn jî rêveberê HDP’ê yê navçeyê Star Kûrt xwend. Kûrt, bi lêv kir ku polîtîkayên pişaftinê qedexeker ên li ser ziman qebûl nakin û wiha axivî: “Aşkere ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi çend hewldanên demkî, mijûlker û taktîkî çareser nabe.”

 Îdir

Rêveberên HDP’ê yên Îdirê, bi wesileya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li nava bajêr belavok belavkirin û têkildarî girîngiya rojê li pêş bîrdariya Mûsa Anter a li ser Cadeya Cûmhûriyet daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Îdirê Suleyman Serhat ê metna daxuyaniyê xwend wiha got: “Nêzikatiya desthilatê ya li hemberî kurdî bi hewldanên qeyûman ên jê birina temamî ya bi kurdî ya di qadên cemaweriyê de xwe dide nîşandan.”

Enqere

Daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar, ku ji aliyê 159 saziyên ji aliyê Tora Şopandin û Belgekirin û Raporkirinê ya Mafên Ziman ve hatin amadekirin, bi 27 zimanan hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku astengiyên li pêş zimanên dayikê bên rakirin û hat destnîşankirin ku mafê ziman mafekî însanî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar