Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Daxwaza gelê kurd ava kirina yekitiya neteweyî ye’

Welatiyên navçeya Koyeyê diyar kirin ku ji destpêkê ve siyaset û perwerdeya dewleta tirk li dijî gelê kurd e. Welatiyan destnîşan kir ku daxwaza gelê kurd avakirina yekitiya neteweyî ye û gotin; ‘Çawa ku ciwanên kurd ji bo her deverekê Kurdistanê şer dikin, divê aliyên siyasî jî bi heman hestê tevbigerin.’

Welatiyên navçeya Koye ya  Hewlêrê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê axivîn. Welatiyan destnîşan kir ku ji bo parastin û hebûna kurdan, hewcehî bi avakirina yekitiya neteweyî heye

Ji mamosteyên Zanîngeha Koyeyê Dr. Cemal Fethula di serî de bal kişand ser siyaseta Osmaniyan a li dijî gelê kurd û ya di serdema avabûna komara tirk de û wiha got: “Ji wê serdemê heta niha siyeset û perwerdeya dewleta tirk li dijî gelê kurd e. Di demekî nêz de dê ziyaneke mezin bigihe dewleta tirk û ev dijminatiye jî dê bi dawî bibe.”

Daxwaza gelê kurd diyar e

Di berdewamê de jî Fethula anî ziman ku tevahiya gelê Kurdistanê dixwazin ku yekitiya neteweyî ava bibe û wiha pê de çû: “Daxwaza me ew e ku yekitiya neteweyî ya gelê kurd ava bibe. Çawa ku ciwanên me bêyî ku cudahî bixin navberê ji bo her devera Kurdistanê şer bikin, divê hêzên siyasî jî bi heman hestê tevbigerin.”

‘Dijmin sûd ji hinek hêzên kurd digire’

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Herêm Hatem jî diyar kir ku dewleta tirk ji bo berfirehkirina serweriya xwe sûd ji hinek hêzên kurdî digire û derbirî: “Ji bo pûçkirina planên dijmin û dagirkeriya ser Kurdistanê, yekitiya gelê kurd û aliyan pêwîste. Ew hêz û aliyên heta niha destê wan li gel yê dijmin, divê êdî ben ser xeta neteweyî.”

‘Di vê kurd bi her awayî xwe biparêzin’

Aktîvîstê civaka medenî Rizgar Feqî jî daxuyand ku dewleta tirk ji bo ku gelê kurd nebe xwedî statû, ji her alî ve êrîşî gelê kurd dike û wiha bi dawî kir: “Ji bo parastina hebûn û nasnameya kurd yekitiya neteweyî pêwîste. Li ser milê hemû kurdekê erke. Hemû gel ji bo parastin û nasnameya xwe hemû xebatan dike û amade ne ku qurbaniyan jî bidin. Em jî ji wan gelen kêmtir nînîn. Çawa Tirkiye bi hemû cyreyan êrîşî me dike. Divê em  ji bi şer bi boykot, yekitî û bi ragihandinê bersiva Tirkiyeyê bidin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar