Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Daxwaza gelê kurd: Bila Zîndana Amedê bibe muzeya bîra mirovahiyê

Di ser darbeya leşkerî ya 12 ê Îlona 1980 re 43 sal derbas bûn. Di dema vê darbeyê de

* 50 kes hatin bidarvekirin,

* 650 hezar kes hatin binçavkirin,

* 230 hezar kes li dadgehên leşkerî hatin darizandin,

* Li 517 kesan cezayê darvekirinê hate birîn,

* Ji bo 400 rojnamevanan ceza hat xwestin

* Milyon û 683 kes wek mirovên bi guman û cûdakar ketin qeydên dewletê.

* Pasaportên 388 hezar Kesan hatin betalkirin

* 30 hezar kes ji kar hatin avêtin…

Darbeya leşkerî ya 12 ê Îlonê bi hemû cûreyên îşkenceyê û  pêkanînên dermirovî wek  bangeranekê hemû  nirxên mirovahiyê bi erdê re kirin yek.

Di encama vê darbeyê de gelek Sendîka, Partiyên Siyasî, Saziyên Sivîl û Demokratîk hatin girtin, azadiya fikr û ramanê ji holê hate rakirin û bi hezaran welatî derketin derveyî welat û li welatên xerîbiyê bûn penaber..

Her çiqas piştî darbeyê, di derbarê darbekarên 12 ê Îlonê de pêvajoyeke darizandinê hatibe destpêkirin jî, tu encamên ku ji êş û  birînên di dema darbeyê de bi milyonan mirovan hatibû jiyandin re bibin  derman derneketin, hevrûbûn û hesabpirsîneke rasteqîn çênebû.

Mixabin rejîma 12 ê Îlonê hîn jî bi zagonên darbeyê, bi hemû rê,  rêbaz û saziyên xwe di meriyetê de ye.

Welat 43 sal in bi Destûra Bingehîn a darbeyê û bi qanûn û rêziknameyên ku wê demê hatine sazkirin, tê birêvebirin, Saziyên wekî YOK û RTUK, ku wekî berhemên darbeyê daxilî jiyana civakê bûne, hîn jî berdewam in, astengiyên ku di dema darbeyê de li pêşiya maf û azadiyên sendîkayî hatin danîn, hîn jî didomin. Pêkanînên li dijî demokrasiyê ên wekî bendava hilbijartinê ku ji bo kurd daxilî hilbijartina sivîl nebin hatin çêkirin, hîn jî di meriyetê de ne.

Feraseta avakarên  komarê, jixwe  yekparêz û înkarker bû, darbeya 12 ê Îlonê vê pirsgirêkê girantir û kûrtir kir, bû sedema gelek binpêkirinên maf û azadiyan ku, piştî 43 salan hîn ji nehatine jibîrkirin û gelên vî welatî hîn jî wan êşan dikişînin.

Welatê Tirkiyeyê ku bi zagonên 12 ê Îlonê tê birêvebirin, di salên dawî de bi temamî ji rêgezên gerdûnî yên hiqûqê dûr ketiye, pêkanînên ku maf û azadiyan tune dihesibînin zêde bûne, mafê siyaseta sîvîl ji bo gelê kurd ji holê hatiye rakirin, bi mayindekirina qeyûman, mafê bijartin û hilbijartinê tê xespkirin, mafê darizandina wekhev  hatiye rawestandin û mafên bingehîn ên wekî azadiya ramanê û rêxistinkirinê ji holê  hatine rakirin.

Hebûna çand, ziman û dîroka gelê kurd tê înkarkirin, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd, ku pirsgirêka sereke ya vî welatî ye hatiye jibîrkirin, “Polîtîkayên Ewlehîparêz” ên ku pirsgirêkên heyî kûrtir dikin û rêbaza zext, zor û çewisandinê heta dawî di meriyetê de ne.

Ev helwest û nêzîkatî, her roj zêdetir dibe sedema binpêkirina maf û azadiyan, her roja ku derbas dibe hêviya aştiyeke civakî dişkê û tune dibe.

Aşkere ye ku welat êdî hew dikare bi van rêbazên zext, zor û çewisandina civakê were birêvebirin.

Demokratîkbûna welat û aştiyeke civakî ya mayînde, bi hevrûbûna feraseta darbeyê û hemû saziyên wê re, bi hesabpirsîneke rasteqîn, bi rêgezên hiqûqa gerdûnî, li ser bigeha wekhevî,  pirrengî û pirdengiyê ku mafê tevahiya civakê esas digire û diparêze pêkan e.

Salek zêdeye ku Zindana Amedê hatiye valakirin û ji aliyê wezareta dadê ve dewrê wezareta çandê hatiye kirin, projeya veguherandina zindanê hatiye destpêkirin û ev proje gihîştiye asta dawî û li ber temamkirinê ye.

Li gorî agahiyan, navê “Muzeya Etnografya û bîranînê” li muzeyê kirine.

Veguherandina Zindana Amedê ya “Muzeya Mafê Mirovan û Bîra Mirovahiyê” beşa herî girîng a hevrûbûna bi darbeya 12 ê îlonê re ye.

Di veguherandina Zindana Amedê ya muzeyê de, pêwiste ew kesên ku şahidiya pêvajoya hovane ya darbeyê kirine werin agahdarkirin û ji agahî zanîn û nêrînên wan sûd were  wergirtin.

Heke şahidên zindanê di pêvajoya veguherandina muzeyê de wekî şêwirmendên vê projeyê zanînên xwe parve bikin dê ev muze ji aliyê mexdûrên darbeyê û gelê kurd ve rewa were dîtin û watedar be.

Loma jî, di pêvajoya temamkirina projeya veguherandina zindanê ya muzeyê de pêwiste komîsyoneke şêwirmendan a ji kêsên ku di dema darbeyê de şahidiya hovîtiyên li zindanê hatine jiyîn kirine were avakirin û ev proje bi agahî û zanînên vê komisyona şêwrê were temamkirin.

Di ronahiya van rastiyan de;

Daxwaza gelê kurd û bi hezaran mirovên ku di wê çerxa îşkenceyan û hemû cûreyên binpêkirina maf û azadiyan re derbas bûne ew e ku, Zindana Amedê ya di dema Darbeya Leşkerî ya 12 ê Îlonê de bibû navenda sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê û  tu car ji bîra gelê kurd naçin, bibe muzeya mafê Mirovan a bîra mirovahiyê.

Nûçeyên Têkildar