‘Dersên hilbijarî’ ku ji sala 2012’an ve (qaşo) ji bo zimanê kurdî (zaravayên kurmancî û kirmanckî) her sal di meha Çileyê de dest pê dikin, dîsa ji aliyê derdorên ku dixwazin dersên hilbijarî bi gelê kurd bidin pejirandin ve di rojevê de ne, partiyên siyasî û saziyên pêwendîdar û nepêwendîdar di vê mijarê de daxuyaniyan didin, nîqaşan dikin û didin kirin.
Bi van nîqaşan dixwazin bandorê li ser gelê kurd bikin ku dê û bav û zarokên xwe arasteyî dersên hilbajarî bikin.
Ev alî û derdor jî ketine ber bayê rayedarên dewletê yên xapînok, bang li dê, bav û malbatên kurd dikin ku, bi zarokên xwe dersên hilbijarî bidin tercîhkirin.
Van partî û saziyan, bi kêfxweşî pesnê pêkanîna dersên hilbijarî didin û wek ‘derfetên zêrîn’ ên ku ji aliyê desthilata AKP’ê hatine dayîn pênase dikin.
Tê gotin ku; pêwist e gelê kurd, dê, bav û malbat vê fersenda ku ji aliyê AKP’ê ve hatiye pêşkêşkirin ji destê xwe bernedin û Dersên hilbijarî weke lûtufeke dewletê pêşkêşî gelê kurd dikin.
Ev nêzîkatî ne rast in û bi zanatî yan jî nezanî, xizmetê ji lîstik û polîtîkayên xapandinê yên dewletê re dikin.
Heke bihata gotin; bila dê, bav, malbat û tevahiya gelê kurd li hemberî ferzkirina ‘dersên hilbijarî’ weke alternatîf daxwaza “perwerdehiya bi zimanê dayikê” bikin, dê bihata fêmkirin, watedar bûya û ji aliyê gelê kurd ve jî, bi kêfxweşî bihata pêşwazîkirin û qebûlkirin.
Lê belê, di vê helwest û nezîkatiya van alî û derdoran de armanc, ne pêkhatina daxwaza gelê Kurd a Perwerdehiya bi zimanê dayîkê, tevlihevkirina serê gel û civakê ye.
Bêguman dê, bav, zarok û xwendekarên Kurd, bi bêrîkirina salan a bêparmayina ji Perwerdehiya bi zimanê dayikê, dersên zimanê Kurdî hildibijêrin.
Ev nêzîkatiyeke bi hestên paqij ên neteweyî ye û baş tê fêmkirin.
Lê belê pêwîst e rastiya dewletê ya 100 salên ku bi lîstik, xapandin û înkara çand, ziman û nasnameya gelê kurd derbas bûye jî, neyê jibîrkirin.
Diviyabû ku, li şûna pesindayîna “Dersên Hilbijarî”, ji ber konetî û durûtiyên dewletê û înkara li hemberî nirx û rûmetên neteweyî yên gelê kurd, helwest û nêzîkatiya van alî û derdorên ku hêvî ji polîtîkayên dewletê yên xapînok dikin jî, wek gelê Kurd ê xwedî hişmendiya Ziman, xurtkirin û bilindkirina daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û ji ber van pêkanînên neheq û heqaretên ku li gelê kurd hatine kirin, daxwaza xwestina lêborînê ya ji rayedarên dewletê bûya.
Gava ku mirov li van qaşo gavên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve di derbarê zimanê kurdî de hatine avêtin dinêre, çawa ku bingeheke zagonî ya TRT 6 û li zanîngehan beşên kurdî (Zimanên ku dijîn) nayê dîtin, bingehek zagonî ya dersên hilbijarî jî nîne.
Li tu welatekî û di tu pergaleke perwerdehiyê de bêyî dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, li beşên zanîngehan dayîna perwerdehiya Zimanê Dayîkê nayê dayîn û nehatiye dîtin.
Lê ev pêkanîn di encama polîtîkayên xapinok ên AKP’ê de li zaningehên weke Artuklu, Colemerg, Wan, Amed, Mûş, Çewlik û Dêrsimê yên bajarên Kurdistanê pek tê.
Li tu welatekî dinyayê di weşana tv’ yên ku bi zimanê gelekî weşanê dikin de peyvên wî zimanî nehatine qedexekirin û bi wî zimanî heqaret li wî gelî nehatine kirin.
TRT 6, weşana xwe bi 63 peyvên kurdî yên ku ji aliyê RTUK û rêveberiya TRT 6 ê ve hatine qedexekirin dike.
Dersên hilbijarî yên ji bo kurdî jî, bêyî ku di 4 salên dibistana seretayî, yên 1-2-3 û 4’emîn de bên dayîn, di polên 5, 6,7 û 8’emîn de tên dayîn, di polên 9, 10, 11 û 12’emîn de mafê xwendekaran ê tercîhkirin an jî hilbijartina dersên zaravayên Zimanê kurdî nîn e.
Di çar salên destpêkê yên dibistana sertayî de zarokên Kurd ji mafê perwerdehî, hîndekarî û hînbûna Zimanê Dayikê bêpar tên hîştin, zimanê tirkî li ser wan tê ferzkirin, Zimanê dayîkê bi zarokan didin jibîrkirin, zarok ji rastiya xwe tên dûrxistin û tên bişaftin.
Di çar salên duyemîn ên dibistana navîn de, jî, ji zarokên ku hatine bişaftin û mejiyên wan bi tirkî hatine dagirtin re dibêjin fermo zimanê xwe hîn bibin.
Ji bo zarokên ku çar salên destpêkê serê wan bi tirkî hatiye dagirtin, êdî zimanê wan ê dayîkê Kurdî, zimanekî biyanî ye.
Rayedarên dewletê yên ku bi feraseta AKP’ê tevdigerin, bi zanatî di nava astên perwerdehiyê de girêdan û berdewamiyê qut dikin û xwendekar tu sûd ji van dersên hilbijarî nagirin û bi rê, rêbaz û listikên cûda yên rayedarên dewletê tên bişaftin.
Pergala dersên hilbijarî ku ji aliyê hin kes û saziyan ve weke gaveke erênî û derfeteke baş tê pênasekirin, bi tu awayî ji hînkirin an jî perwerdehiya zimanê kurdî re xizmetê nake û ji pêşwazîkirina daxwaza gelê kurd a ‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê’ dûr e.
11 sal in ku dersên hilbijarî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve li dibistanan di meriyêtê de ne.
Di van 11 salan de ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwendekarên ku zimanê kurdî hilbijartinê materyalên perwerdehiyê nehatine amedekirin, mamosteyên kurdî nehatine gihandin û peywirdarkirin.
Dersên kurdî yên ku hatine tercîhkirin jî, ji ber tunebûna materyal û mamosteyan vala derbas dibin, tercîhên ji bo kurdî hatine kirin, heta niha li gelek dibistanan ji ber tunebûna mamosteyan hatine betalkirin.
Her wiha, ligel ku tê gotin bi hezaran mamosteyên ku li zanîngehên Artûklû, Colemêrg, Wan, Amed, Mûş, Çewlik û Dêrsimê beşên zimanê kurdî xwendine û van beşan kuta kirine jî, van mamosteyan nayên peywirdarkirin.
Vê rewşa mamosteyên zimanê kurdî yên ku li zanîngehên navborî beşên zimanê kurdî kuta kirine û nayên peywirdarkirin, niyet û nêzîkatiya rayedarên dewletê nîşan dide û li ber çavan radixe.
Jixwe di 11 salên ku dersên hilbijarî li dibistanan di meriyetê de ne, yek xwendekarek derneketiye û negotiye ku min ji dersên hilbijarî sûd wergirtiye û bi tercîhkirina dersên hilbijarî fêrî axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bûme.
Malbat, dê, bav û zarokên kurd ên ku 100 sal in ji perwerdehiya zimanê xwe yê dayikê bêpar hatine hîştin û bi hest, daxwaz û bêrîkirina perwerdehiya zimanê dayikê ‘dersên hilbijarî’ hildibijêrin jî, di şûna tehma şêrîn a zimanê dayikê de, bi bêtehmiya dersên hilbijarî yên ku ji bo xapandinê xistine meriyetê re rû bi rû dimînin û ji zimanê xwe sar dibin.
Saziyên ziman û partiyên siyasî yên ku vîna gelê kurd temsîl dikin, ji destpêka ketina meriyetê ya “Dersên Hilbijarî” heta vê demê, çawa ku li hemberî hemû pêkanîn û polîtîkayên bişaftinê yên dewletê xwedî helwesteke Zelal a pêşbîn in, derbarê “Dersên Hilbijarî” yên ku bi gelê kurd demê didin wendakirin û daxawaza gelê kurd a perwerdehiyê bi zimanê dayikê bi derengî dixin jî, xwediyê heman helwesta zelal a pêşbîn in.
Ji bilî hin kes û derdorên ku ji listikên AKP’ê yên xapînok bi hêvî ne, gelê kurd, bi rêjeyeke bilind, bi piranî û giranî, dersên hilbijarî naxwaze qebûl nake.
Daxwaza gelê kurd; ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye…