Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...
Pazar - 7 Temmuz 2024

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Daxwaza gelê kurd ‘ne dersên hilbijarî’ perwerdehiya kurdî ye -2

Desthilata AKP’ê dersên hilbijarî, wek sarkirina daxwaza gelê kurd a “perwerdehiya bi zimanê dayikê” xistiye meriyetê û bi gelê kurd demê dide wendakirin.

Nêzîkatiya dê, bav, xwendekar û gelê kurd ê ku bi hestên neteweyî û hezkirina zimanê dayikê dersên hilbijarî bi zarokên xwe didin bijartin, tê fêmkirin.

Lê belê, ji ber ku tê zanîn dersên hilbijarî ji daxwaza gelê kurd a “Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê” re nabin bersiv û vê daxwaza gelê kurd bi derengî dixin, gelê kurd jî, êdî bi guman nêzîkî dersên hilbijarî dibe û her sala ku derbas dibe rêjeya tercîhkirina dersên hilbijarî jî dadikeve û ji sala berê kêmtir dibe.

Wek mînak: Jimara tercîhên dersên hibijarî ya serdemên perwerdehiyê yên salên 2015 an û 2023’yan de 56 hezar ferqeke kêmbûna hilbijartina dersên hilbijarî heye.

Ev jî nîşan dide ku, di encama polîtîkayên AKP-MHP’ê de tu hêviyeke gelê kurd, ji dersên hilbijarî nemaye.

Ji ber ku di 11 salên borî yên dersên hilbijarî di meriyetê de ne, xasûgî û xapînokiya rayedarên dewletê ji aliyê gelê Kurd ve hatiye dîtin û fêmkirin, ev pergala dersên hilbijarî ji bo gelê Kurd tu wate ifade nake.

* Li gorî daneyên salên borî, nifûsa welatiyên ku li Tirkiyeyê dijîn niha 86 milyon e.

* Ji ber ku ji avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê derfetê tespîtkirina nifûsa gelê kurd ji aliyê rayedarên dewletê ve nahatine dayîn, hejmara kurdên ku welatiyên Tirkiyeyê ne nayê zanîn.

Her wiha pêşengên siyaseta kurd jî, ji bo bi zelalî tespîta jimara gelê kurd ê li bakurê Kurdistanê were kirin, ji ber helwesta nijadperest a dewletê ya yekparêz, ji aliyê siyaseta kurd ve jî, di vî warî de xebat û hewldenek nayê dîtin.

Hin siyasetmedarên kurd ji bo nifûsa Kurd a welatiyên Tirkiyeyê dibêjin 15, hin ji wan  20, 25, 30, hin siyasetmedar jî dibêjin  40 milyon kurdên welatiyên Tirkiyeyê hene.

Di navbera 15 û 40 milyonan de 25 milyon ferq heye.

Ev rewşa nezelal a di derbarê nifûsa Kurd de, ji bo siyasetmedarên ku pêşengiya siyaseta  Kurd dikin mijareke rexnedanê ye, ku heta niha di nava xebatên xwe yên siyasî de bernameyeke ji bo tespîta jimar an jî serjimara gelê kurd li dar nexistine, neketine nava hewldanekê û zimanekî hevpar û hevgirtî di mijara jimara gelê kurd ê ku li bakurê Kurdistanê dijî di nava xwe de ava nekirine.

* Her çiqas zelal nebe jî, texmîna jimara ku bi piranî tê gotin, li Tirkiyeyê nifûsa kurdan ji 30 milyonan zêdetir e.

* Texmînî be jî, li gorî 86 milyon nifûsa Tirkiyeyê û ji bo 18 milyon xwendekarên ji pêşdibistanan heta zanîngehan 75 hezar dibistan hatine vekirin û milyon û 500 hezar mamosteyên ku bi zimanê tirkî perwerdehiyê didin hatine peywirdarkirin.

* Gelê kurd, ji avabûna Komara tirkiyêyê heta vê demê ji mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê bêpar hatiye hîştin.

Niha jî, di sedsala 21 emîn de ligel hebûna 75 hezar dibistan û milyon û 500 hezar mamosteyên ku ji bo zimanê tirkî hatine peywirdarkirin, ji bo 30 milyon gelê Kurd yek dibistanek jî, ji aliyê dewletê ve ji bo gelê Kurd û perwerdehiya zimanê Kurdî nehatiye vekirin.

Heta niha 79 mamosteyên Zimanê Kurdî hatine peywirdarkirin û tê gotin ku di serdema perwerdiya salên 2023-2024 an de 35  mamosteyên Kurmancî û 15 mamosteyên zaravayê Kirmanckî, bi tevayî 50 mamosteyên zimanê Kurdî werin peywirdarkirin û hêjmara mamosteyên Kurdî bibe 129?.

* Nifûsa bajarê Amedê ji 2 milyonan zêdetir e. Heke karmendên dewletê jê werin derxistin, ji sedî 98 ê nifûsa Amedê Kurd e.

* Ligel vê rastiyê jî, li Amedê 2000 dibistan û ji bo van dibistanan

22 000 mamosteyên ku bi zimanê tirkî perwerdehiyê didin hene.

* Ji bo zimanê kurdî, li bajarekî wek Amedê yek dibistanek jî nehatiye avakirin û vekirin.

* Heke 50 mamosteyên din ên zimanê kurdî werin peywirdarkirin? “Gelê kurd dersên hilbijarî bipejirîne jî” gelo dê 129 mamoste çawa pêdiviya bi milyonan zarok û xwendekarên kurd pêşwazî bikin û ji bo dehhezaran zarokên kurd peywirdakirina 129 mamosteyan, kîjan aqil, kîjan wijdan û kîjan huqûq qebûl dike?

Ji ber van sedeman, pêwîste alî û derdorên ku di derbarê hilbijartina dersên kurdî de bang li dê û bavên zarokên kurd dikin, dixwazin mijara dersên hilbijarî dîsa bixin rojeva gel û raya giştî jî, bi hişyarî û baldarî tevbigerin û nebin amûrên listikên nebixêr ên rayedarên dewletê.

Daxwaza gelê kurd, perwerdehiya bi zimanê dayikê ye, bi çand, ziman û nasnameya xwe bûyîna xwedî statuya siyasî ye.

Zimanê kurdî nîşaneya statuya siyasî û mifteya azadiya gelê kurd e.

Gelê kurd, bi zanîn û pêşbînî xwediyê wê hişmendiyê ye ku li vî welatî zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwedehiyê, wê demê, dê bûyîna xwedî statûya siyasî ya gelê kurd pêkan bibe.

Nûçeyên Têkildar