Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Daxwaza gelê kurd ‘ne dersên hilbijarî’ perwerdehiya kurdî ye -3

Gelê kurd bi dehsalan e ji bo çand, ziman û nasname ya xwe, ku hêmanên bingehîn ên statûya siyasî ne têkoşînê dimeşîne û di vê oxirê de berdêlên mezin daye. Di encama têkoşîna bi dehan salan de, gavên weke “Li dadgehan parastina bi zimanê kurdî, weşana TRT 6’ê, li zanîngehan vekirina beşên ziman û xistina meriyetê ya dersên hilbijarî, di warê çand û zimanê kurdî de bi rayedarên dewletê dane avêtin.

Desthilata AKP-MHP’ê dema ku li hemberî têkoşîna gelê kurd ji neçarî van gavan diavêje, ji aliyek ve jî, ji bo ku înkara gelê Kurd û zimanê kurdî kûrtir bike polîtikayên xapandinê dimeşîne û daxwaza gelê kurd a perwerdehiya bi zimanê dayikê bi paşve dixe û li nava demê belav dike.

Gava em bala xwe didinê, dibînin ku, tu bingeheke zagonî ya van gavên ku li hemberî têkoşîna gelê Kurd ji neçarî hatine avêtin jî nîn e.

Li welatekî ku bi dehmilyonan Kurd lê dijîn, heke dersên zimanê kurdî ji bo gelê tirk û gelên din ên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, weke dersên hilbijarî di nava bernameya wezareta perwerhiyê de cih bigirin û pêşkêşî xwendekarên ku ne kurd in werin kirin, dê were fêmkirin û xizmetê ji xuşk û biratiya gelê Kurd, Tirk û gelên din re bike.

Lê ji bo zarok û xwendakarên kurd pêşkêşkirina dersên hilbijarî yên Kurdî bêwate ye, ji aliyê gelê Kurd ve qebûlekê nedîtiye û nabîne.

Heta ku zarokên kurd bi perwerdehiya zimanê kurdî nebin xwedî kar û pîşe, bi rêbaza dersên hilbijarî tu wateya fêrkirina Zarok û xwendekarên Kurd a zimanê kurdî nîn e.

Gelo xwendekarên kurd bi vê rêbaza dersên hilbijarî karin zimanê xwe bipêş bixin ku

Zimanê kurdî ji bo wan bibe zimanê debarê û jiyanê?

Dewlet niha dest bi perwerdehiya zimanê kurdî bike, ji bo ku bi rêk û pêk li dibistanan weke zimanê perwerdehiyê were dayîn, dê deh salên din derbas bibin.

Heke dewlet di mijara dersên hilbijarî de jidil bûya, piştî 12 salên ku dersên hilbijarî di meriyetê de ne, gaveke pêşdetir biavêta û dê zimanê kurdî bibûya zimanê perwerdehiyê.

Lê armanca dewletê ew e ku hemû deskeftiyên têkoşîna bi dehan salan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî bi gelê kurd bide jibîrkirin.

Bi taybetî piştî hilbijartina 14-28 ê gulana 2023’yan ku AKP’ê bi “Hudapar”ê  re hevkarî kir û bir meclisê, Erdogan ketiye nava hewldana ku Hudaparê wek parêzvana zimanê kurdî nîşan bide û bi navên weke HezKurd, DilKurd û Egîtîm BîrSenê, ji bo dersên hilbijarî kampanyayên weke ” Ez ola xwe û zimanê xwe hildibijêrim (Dilimi ve Dinimi seçiyorum)” li dar dixin.

Bi vî awayî dixwazin têkoşîn û keda ku ji aliyê saziyên ziman û gelê kurd ve hatiye meşandin, weke têkoşîna ziman a Hudaparê nîşan bidin, têkoşîna gelê kurd  bêbandor bikin, ked û berdêlên ku gelê kurd ji bo nirx û rûmetên xwe yên neteweyî dayê tune bihesibînin.

Heke di daxwazên gelê kurd  û saziyên ziman de sistî û valahî çêbibe, dê AKP-MHP’ê valahiyê bi Hudaparê dagirin û li gorî daxwazên Hudaparê nêzîkî çareseriya zimanê kurdî bibin.

Jixwe Suleyman Soylu, ji bo hevkariya AKP’ê ya bi Hudaparê re gotibû “ev hevkarî projeyeke bi aqilê dewletê ye.”

Pêwîste pêşengên siyaseta kurd, rûyê rastîn ê HudaParê û tifaqa nebixêr a li hemberî gelê kurd deşifre bikin .

Li hemberî vê niyet û nêzîkatiya neyarane ya rayedarên dewletê erka her kurdeke/î welatparêz, partiyên siyasî yên ku temsîla gelê kurd dikin û saziyên bi parastina zimanê kurdî re pêwendîdar in ew e ku, bi xebateke hevpar û bi helwesteke neteweyî hişmendiya ziman di nava gel de belav bikin ku bi milyonan  kurd ji bo siberoja zarokên xwe daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî bikin.

Dema ev hişmendiya ziman di nava gel de were avakirin, wê demê dê gelê kurd karibe gavên şênber û pêşdetir bi rayedarên dewletê bide avêtin û di daxwaza xwe ya; bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê de bi ser bikeve.

Dersên hilbijarî’ yên ku 12 sal in di devê rayedarên dewletê de bûne benîşt, ji çareserkirina pirsgirêkên zimanê kurdî dûr in û daxwaza gelê kurd a “Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê” pêşwazî nakin û nabersivînin, ji ber van sedeman têkoşîna gelê Kurd a parastin û pêşvebirina zimanê kurdî berdewam e.

Di sed salên borî yên komara Tirkiyeyê de bingeha pirsgirêka ku weke “pirsgirêka kurd” tê binavkirin, di rastiya xwe de pirsgirêka zimanê kurdî ye.

Bi polîtikayên bişaftinê, astengî û qedexeyên li hemberî zimanê kurdî tên bikaranîn û pêşîlêgirtina zimanê kurdî ye.

Çawa ku zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd e, her wiha mifteya çareseriya pirsgirêka kurd a ku bi sedan salan e tê domandine jî.

Gelê kurd, her dem balê dikişîne û dibêje: Heke zimanê kurdî azad bibe û bibe zimanê perwerdehiyê, dê gelê Kurd jî bibe xwedî statû û azad bibe.

Loma jî gelê kurd dibêje: çareserî, “ne dersên hilbijarî”, ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê kurdî ye!

Nûçeyên Têkildar