Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ bi Rêberê Gelê Kurd re

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza 'hevdîtina lezgîn' a bi miwekîlê xwe re careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgeha Îmraliyê dan

Navenda Nûçeyan |

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nevroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Saziya Înfaz û Cezayê ya Îmraliyê dan û xwestin ku ‘bi lezgînî’ miwekîlê xwe bibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û wir ve ku bi komploya navnetewî hat dîlgirtin, li Îmraliyê tecrîda giran li ser hatiye danîn.

Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû lê axaftina wan hatibû qutkirin.

Ocalan herî dawî piştî 8 salan parêzerên xwe 2-22’yê Gulanê, 7’ê Tebaxa 2019’an hev dîtibû. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û wir ve hemû serlêdanên parêzeran bêbersiv hatine hiştin.

Piştî ku 22’yê Mijdarê parêzeran serlêdana ‘daxwaza lezgîn’ li Hakimtiya Înfaz û Cezayê ya Bûrsayê dan, derket holê ku du biryarên qedexeya hevdîtinê derheqê Ocalan hatine standin. Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê serlêdan red kir û qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a 12’ê Cotmehê ku derheqê Ocalan hatibû standin hincet nîşan dan.

Eynî Hakimtiyê serlêdana hevditinê ya malbatan jî red kir û biryara ‘bêparmana ji qebûlkirina serdanvanan’ a ji bo 3 mehan a bi dîroka 18’ê Tebaxê ya Seroktiya Desteya Disîplînê ya Midûrtiya Saziya Înfaz û Cezayê ya Îmraliyê hincet nîşan da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar