Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Daxwaza şandeya tirk a ji partiyên Başûr: Tev li xebatên yekitiyê nebin

Şandeyeke ji MÎT û rayedarên leşkerî yên dewleta tirk hefteyek berê hatibû Başûr û bi hemû partiyan re civiya. Hat zanîn ku şandeyê di hevdîtinan de ji partiyan xwestiye ku tev li xebatên yekitiya neteweyî nebin, boykota li ser malên tirkî bişikînin û li dijî PKK’ê derkevin

Bi destpêkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê re, gelê başûrê Kurdistanê bertekên pir mezin nîşan dan. Ev hêrs heya boykotkirina malê tirkan çû û her ku diçe jî mezintir dibe. Her wiha gelek ciwanên Başûr jî tev li refên Berxwedana Rûmetê bûn. Vê serhildana mezin a gelê başûrê Kurdistanê, dewleta tirk xiste nava fikarên kûr.

Di vê çarçoveyê de hefteyek berê şandeyeke dewleta tirk ku ji rayedarên MÎT (Teşkîlata Îstîxbaratê), endamên konsolosxaneya Hewlêrê û leşkerî pêk dihat û yekser ji hêla Erdogan ve hatiye erkdarkirin, serdana Herêma Kurdistanê kir. Tê gotin ku şandeya îstîxbaratî û leşkerî ya dewleta tirk serdana hemû partiyên başûrê Kurdistanê kir û hinek daxwazên xwe bi partiyên Başûr re parve kirin.

Mijarên hatin gotûbêjkirin

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, sê mijarên sereke di rojeva şandeyê de hebûn. A yekem ji hêzên Başûr xwestin ku li dijî PKK’ê derkevin û dijberiya PKK’ê bikin. Mijara duyemîn, astengkirina hewldanên ji bo yekitiya netewî bû. Çavkaniyekî pêbawer da zanîn ku şandeyê ji hemû partiyên Başûr xwest ku tev li xebatên ji bo yekitiya kurd nebin û destûrê nedin înîsiyatîfên sivîl ên li dora rojeva neteweyî kom dibin û xebatê dimeşînin.

Boykota li Başûr dewleta tirk êşandî ye

Yek ji mijarên din jî boykotkirina malên tirkî bû. Çavkaniyan da zanîn ku şandeyê ji partiyên Başûr xwestin ku boykotê bişikînin û ji hinek şîrketan xwestin ku peywendiyên bazirganiyê yên bi dewleta tirk re zêdetir bikin. Çavkaniyekî diyar kir ku şandeya dewleta tirk hewl da ku partiyên kurd qanih bike ku li dijî kurdan nînin.

Partiyên Başûr çi bersiv dan?

Çavkaniyekê daxuyand ku piraniya partiyên Başûr neyînî nêzî daxwazên şandeya dewleta tirk bûne. Hate ragihandin ku partiyan fikarên xwe yên der barê êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan anîne ziman û diyar kirine ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Îmralî û PKK ne.

Bi giştî şandeya tirk negihişt armanca xwe

Di heman demê de hat gotin ku hinek partiyan jî tenê şande guhdar kirine û tu helwest nîşan nedane. Lê belê hinek kesan jî piştgirî dane şandeya tirk. Çavkaniya pêbawer daxuyand ku bi giştî dikare bê gotin ku şandeya dewleta tirk negihiştiye armanca xwe. Lê tevî vê yekê jî hewldana dewleta tirk a ji bo pêşîlêgirtina boykotê û xebatên yekitiya neteweyî didomin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar