Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Daxwaziya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Berdevka YJK-E'yê Kezban Dogan ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê 15’ê nîsanê li ber CPT û Konseya Ewropayê çalakiyeke girseyî li dar bixin û wiha got: “25 sal in tenê daxwazek me heye: Azadiya Rêber Apo bê misogerkirin û statuya gelê kurd bê naskirin. Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin em ê nesekinin.”

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya ‘siyasî ya ku 10’ê Cotmeha 2023’yan di asta navneteweyî de hate destpêkirin, wê 15’ê Nîsanê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê û Saziya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Ji amadekarên çalakiyê Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Kezban Dogan têkildarî armanca çalakiyê agahî da.

Kezban Dogan ragihand ku ji bo tevlîbûna xurt a li çalakiyê li gelek eyalet û bajarên Elmanyayê karên cuda têne kirin û got, “Weke YJK-E em li Elmanyayê bi rengê komun, înîsiyatîf û meclîsan bi rêxistin in. Jİ bo tevlîbûneke xurt a li çalakiya 15’ê Nîsanê demeke dirêj e em kar dikin. Karê me bi serdana mal, dikandaran û bi civînan têne meşandin. Saziyên ku em ê çalakiyê li ber avahiyên wan lidar bixin, di tecrîdê de teqez xwedî rol in. Em ê hem polîtîkayên qirêj ên Konseya Ewropayê hem jî yên CPT teşhîr bikin. Jİ bo nîşan bidin ku ew qanûnên xwe binpê dikin û ji bo erk û berpirsyariyên wan ên rakirina tecrîdê bi bîr bixin, em ê li wê derê bin.”

Dogan bal kişand ser çalakiya li Strasboûrgê kir û destnîşan kir ku têkoşîna jinên kurd a li dijî komploya navneteweyî bi rê û rêbazên cuda dewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke jinên kurd ên li dîasporayê 25 sal in tenê dirûşmeke me heye. Em dibêjin ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’. Em dibêjin, ‘Ev tecrîd ne li ser Rêber Apo bi tenê ye, di heman demê de li dijî me ye’. 25 sal in tenê daxwazek me heye: Azadiya Rêber Apo bê misogerkirin û statuya gelê kurd bê naskirin. Di vê çalakiyê de jî em ê vê daxwaza xwe bînin ziman. Em ê bang li van saziyan bikin ku li gorî armanca damezrandina xwe tevbigerin. Em ê bang li wan bikin ku di serî de Beyannameya Mafên Mirovan li gorî hemû qanûnên ku mohra xwe danîne binî tevbigerin. Em ê ji wan bixwazin ku li ber tecrîdê rabin ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya mirovahiyê tê kirin. Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em ê nesekinin. Em ê bi vê çalakiyê careke din nîşan bidin ku Rêber Apo îradeya me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar