Polîsan êrîşî dayikên li ber derê Girtîgeha Bakirkoyê di nobedê de bûn kirin. 4 dayik û 2 parêzer binçav kirin
Polîsên AKP’ê careke din êrîş bir ser dayikên li ber derê Girtîgeha Bakirkoy a ji bo piştevaniya girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di grevê de ne kirin. Parlementerên HDP’ê Dîlşat Canbaz Kaya, Tûna Çelîk û Alî Kenanoglû jî di nav de yên li çalakiya nobedê, 4 dayikan bi erdê re kaşkirin û biçav kirin. 2 parêzerên ji bo dayikan xwe kirin mertal jî ji aliyê polîsên AKP’ê ve hatin derbkirin û binçavkirin. STENBOL