Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayik bi israr dibêjin: Dê zarokên me bijîn

Dayikên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Mêrdîn, Bedlîs, Mêrsîn, Erzirom, Dîlok û Rihayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de dayikan bang li hikûmetê kir ku li gorî zagonên xwe tevbigere û pêşî li mirinan bigire

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Koma yekemîn a ji 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 30’ê nîsanê ve û koma duyemîn jî ji 10’ê gulanê ve bi heman boneyê di rojiya mirinê de ne.

Dayikên girtiyan û malbatên wan jî ji bo ku pêşî li mirina zarokên xwe bigirin û dawî li tecrîdê bînin, rojane li qadan li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de dayikên girtiyan li Mêrdîn, Bedlîs, Mêrsîn, Erzirom, Dîlok û Rihayê jî li qadan bûn. Tekane daxwaza dayikan rakirina tecrîdê û pêşîlêgirtina mirina zarokên wan e.

Rewşa girtiyan nebaş e

Dayik û malbatên girtiyan tevî endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, li Parka Karayollari ya Artuklu ya Mêrdînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê hat kirin ku li gorî zagonên xwe tevbigere û dawî li tecrîdê bîne. Beşdaran ji hikûmetê xwest ku di zûtirin dem de gavan biavêje. Her wiha serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Feyzî Adsiz jî rapora der barê 104 girtiyên siyasî yên li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê parve kir. Adsiz got ku girtî di rewşeke xeternak de ne û divê gav bên avêtin. Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

Li her derê tecrîd heye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tetwan a Bedlîsê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dayik û rêveberên HDP’ê amade bûn. Di daxuyaniyê de rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de hate vegotin û hat destnîşankirin ku niha li her deverekê tecrîd didome. Beşdaran daxuyand ku serkeftin dê para berxwedêran be.

Dayik bi israr in

Li Mêrsînê jî Dayikên Laçik Spî û nûnerên rêxistinên demokratîk, li Parka Zarokên Azad çalakî li dar xist. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, endam û rêveberên DBP, CHP û HDP’ê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Dayikan li vir daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku heta tecrîd bi temamî bi dawî nebe dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Malbat û dayik piştre jî derbasî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê bûn.

Li Qereyaziyê daxuyanî dan

Ji bo piştgiriya bi çalakgeran re, HDP’a Qereyazi ya Erziromê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Dînçer Polat di daxuyaniyê dai. Polat got ku daxwazên girtiyan daxwazên zagonî ne û divê hikûmet pêk bîne. Polat bang li wezîrê dadê jî kir ku bi lez û bez dawî li tecrîdê bîne.

‘Divê hevdîtina parêzeran domdar be’

Çalakiya dayikên girtiyan a li avahiya HDP’ê ya Şahînbey a Dîlokê jî di roja 9’emîn de dom kir. Dayikan li salona ku nobetê lê digirin pankartên ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ vekirin û wêneyên Leyla Guven û Ayten Beçet daliqandin. Di çalakiyê de dayika Bedrî Akin, Perîşan Akin daxuyand ku hevdîtina parêzeran ew keyfxweş kirine û xwest ku ev yek êdî domdar be.

Çalakiya li Rihayê didome 

Dayikên rihayî yên ku bi heman boneyê dest bi çalakiyê kirin jî li avahiya HDP’ê ya Rihayê çalakiya xwe berdewam dikin. Nobeta dayikan a li avahiya HDP’ê ya Rihayê di roja 14’emîn de berdewam kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar