Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayik dê ji bo 7 hezar girtiyan bi 7 hezar laçikên spî dakevin qadê

Dayik û malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de, ji bo bal kişandina ser rewşa zarokên xwe, dê îsal bi 7 hezar laçikên spî tev li mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê ya Stenbolê bibin

Îsal li Stenbolê dê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Tê payîn ku dê bi sedhezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bibin û daxwazên xwe bînin ziman. Her wiha tê payîn ku dê dayik û malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, tev li mîtîngê bibin. Dayik û malbatên girtiyan ku ji 9’ê nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya nobedê li dar dixin, dê bi laçikên xwe yên spî li qada mîtîngê cih bigirin.

Der barê mijarê de dayika Newroz Bozkurt ku 60 rojin li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de greva birçîbûnê de ye, Sûltan Bozkurt axivî û diyar kir ku dê bi laçikên xwe yên spî beşdarî 1’ê Gulanê bibin. Dayika Sûltan anî ziman ku dê ji wir jî biçin ber girtîgeha Gebzeyê û çalakiya xwe li dar bixin.

‘Zarokên me ji bo azadiyê têdikoşin’

Dayika Sûltan axaftina xwe wiha domand: “Em ê ji bo 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de, bi 7 hezar laçikên spî beşdarî mîtîngê bibin. Em dixwazin hemû kes bi laçikên xwe yên spî beşdarî mîtîngê bibin. Ji bo 1’ê Gulanê di demê xwe de gelek bedel hatin dayîn. Di saya van bedelan de em îro bi awayekê azad tev li 1’ê Gulana îro dibin. Zarokên me ji bo azadiyê têdikoşin. Ji ber vê em jî dê li qadê bin. Laçikên spî ji bo kurdan girîng e. Laçika spî sembola aştiyê ye. Ez bang li dayikên kurd û tirk dikim ku bi laçikên xwe yên spî biherikin qada 1’ê Gulanê.”

Banga li her kesî kir

Têkildarî mijarê dayika Nîhat Ekmez ku 126 rojin li girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de, Fehîme Ekmez jî destnîşan kir ku dê di 1’ê Gulanê de li qada Bakirkoyê bin. Dayika Fehîme anî ziman ku ew tenê aştiyê dixwazin û wiha bi dawî kir: “Divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Ji bo ku cenaze ji girtîgehan dernekevin, divê em bikevin nava tevgerê. Em hemû kesî vedixwînin 1’ê Gulanê. Em bang dikin ku her kes ji bo grevên birçîbûnê biherike qadan û dengê xwe bilind bikin.” KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar