Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayik: Dengê me bibihîzin

Dayikên ku zarokên wan li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca daxwazên xwe bînin ziman duh çûn li meclisê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayiken li meclisê çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikan ev bang kirin: “Dengê me bibihîzin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Komek dayik, li ser navê dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li Meclisê bi tevlibûna Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan civîna çapemeniyê li dar xistin. Bûldan,  ewil axivî û wiha got: “Dayikên me ji bo armancekê ketin rêya Enqereyê û hatin Enqereyê. Dayik bi rojan li ber deriyên girtîgehan qerîn û hawara xwe bilind dikin. Ji bo hemû kes dengê wan bibihîze dengê xwe bilind kin. Lê li şûna dengê dayikan bibihîzin, dayikan derp dikin û wan bi erdê re kaş dikin. Ev heqareta li dayikan hat kirin nayê qebûlkirin.”

Bûldan anî ziman ku dayik ji bo jiyana zarokên wan di grevê de ne têdikoşin û wiha got: “Girtî bi armanca tecrîd bi dawî bibe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Lê hikûmet bi vê nêzîkatiya xwe ya li hemberî van mirovan û çalakiya greva  birçîbûnê hiqûq binpê kiriye. Em dizankin li vî welatî dewlet û hiqûq  tune ye. Lê li vî welatî hêj wîcdan heye. Divê wîcdanê mirovan li vî welatî bi lez têkeve nava tevgerê. Ji bo kesên ketine grevê dawî li grevê bînin, divê tecrîd bidawî bibe. ”

Bûldan anî ziman ku dayik dixwazin tiştek neyê serê zarokên wan û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku greva birçîbûnê hatiye sînorê xerab. Ev mirov bi mehan in li dijî tecridê di grevê de ne. Niha dest bi rojiya mirinê kirine. Daxwazên van mirovan rewa, hiqûqî û qanûnî ye. Dixwazin tecrîda mutlak a li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Di 2’ê gulanê de parêzer bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ev ji bo me bi qîmet e. Divê teqez ev gav berdewam bikin. Divê hevdîtina malbat û parêzeran a bi birêz Ocalan re êdî bi rêk û pêk pêş bikeve. Dayikên me li ber girtîgehan ji bo tiştek neyê serê zarokên wan nobetê digirin. Divê demek beri demekê gav bên avêtin û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Divê her kes guh bide banga van dayikan û gavan bavêjin.”

‘Em nikarin temaşe bikin’

Dayika girtî Mazlum Teke Nezahat Teke jî wiha got: “Serokê Meclisê li gel me hevdîtin kir. Berê jî em axivîn. Lê tu encam ji vê hevdîtinê derneket. 2 mehin em randevû ji Wezîre Dadê dixwazin. Dema cihê wê tê divêjin cenet di bin piyê dayikan de ye. Lê ger ku cenet di bin piyê dayikan de ye, wê demê bila me muxatab bigirin. Ji ber ku xwediyê vê dozê em in. Ev zarok zarokên me ne. Em nikarin mirina wan temaşe bikin. Dayikên ku wekî bihişt pênase dikin li erdê tên kaşkirin. Ez ji 7 saliya xwe de destûr nadim ku tayek porê min derkeve derve. Lê îro dayik tevî laçikên xwe bi erdê re tên kaşkirin. Ev şerma cîhanê û mirovahiyê ye. Tevî ve yekê em li sûcdaran nagerin.”

‘Em ê rûniştina xwe bidomînin’

Teke anî ziman ku ew li heviyekê digerin û wiha bi dawî kir: “Em ê çalakiya xwe ya rûniştinê li vir berdewam bikin. Em bang li mirovahiyê dikin. Em bang li edaletê dikin. Em mirovên vî welatî ne. Îro zarokên me di halê xerab de bin. Divê tecrîd bi dowî bibe. Rakirina tecridê ne pir zor e. Em di meha Remezanê de ne. Ev dayik fitorê bi rojiyê vedikin. Em pir ne bi meraq in em bên vir. Lê em dibêjin bila gav bên avêtin. Dest ji vê kînê berdin. Em bang li Wezîrê Dadê û Serokomar dikin ku dengê me bibihîzin.”  ENQERE

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar