Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Dayik Halîme 10 sal in agahî ji zarokên xwe nagire

Halîme Elî ya ku 10 sal berê DAIŞ’ê li Reqayê DAIŞ'ê 2 kurên wê dîl girtiye, 10 sal in tu agahiyê ji zarokên xw enagire. Halîme Elî da zanîn ku 5 sal in tu agahiyê ji hevjînê xwe yê ku ji bo xeberekê ji zarokên wê bigire ji malê dekret jî nagire û got ku daxwaza wê tenê xeberekê ji zarokên xwe bigire.


Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya şefê faşîst ê tirk Erdogan li Kurdistanê hovîtiyeke mezin meşand. Gerîlyên azadiyê bi berxwedana xwe ya bêhempa çeteyên hov ên DAIŞ’ê têk birin. Li peş çeteyên hov trajediya welatian ma. Halîme Elî (75) ku di sala 2014’an de ji bajarê Kobanê yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat navçeya Pirsûsê ya Rihayê 10 sal in agahî ji 2 kurên xwe yên winda nagire. Omer (26) û Ahmet Îsmaîl (24) ku di îlona 2014’an de ji bo biçin bixebitin ji Kobanê ber bi Şamê ve çûn, li Reqayê otobusa ku tê de bûn ji aliyê DAIŞ’ê ve hat sekinandin û hatin desteserkirin. Halîme Elî da zanîn ku ajovanê otobusê ew agahdar kirine ku zarokên wan hatine binçavkirin û got ku 10 sal in tu agahî ji zarokên xwe wernegirtiye. Halîme Elî diyar kir ku beriya 5 salan hevjînê wê Muhammed Îsmaîl jî ji bo aqûbeta zarokên wan çûye bakur û rojhilatê Sûriyeyê û careke din agahî ji hevjînê xwe negirtiye.

Halîme Elî diyar kir ku piştî 6 rojan agahî ji zarokên xwe negirtiye tevî hevjînê xwe çûye Reqayê û 60 rojan jî li Reqayê çûne saziyên DAIŞ’ê li aqûbeta zarokên xwe geriyane. Halîme Elî anî ziman ku her derî li ser wan hatiye girtine û wiha got: “Me ji gelek kesan pirsî, lê kesî agahî neda me. Me ajovanê otobusa ku ew tê de bûn dîtin. Ji me re got ku zarok bi zorê hatine girtin û her çendî xwestine asteng bikin jî nikaribûne. Lêbelê, wî got ku ew nizane ew birine ku derê. Me hemû pereyên xwe dan wan lê dîsa jî me tiştek bi dest nexist. Ez çûm girtîgehê da ku zarokên xwe bibînim. Li wir kesên birih, biçek û bişûr li min xistin.”

Halîme Elî bi bîr xist ku dema li zarokên xwe digeriyan DAIŞ’ê êrişî Kobanê kiriye û got: “Roj bi roj pevçûn zêde dibûn. Her kes ber bi cihekî direviya. Ji ber şer em neçar man bên sînorê Kobanê-Pirsûsê. Em 13 rojan li ser sînor sekinîn. Em li benda hatina zarokên xwe man. Gotin ‘Dibe ku zarokên we çûbin Tirkiyeyê’ û bi vî awayî em qaneh kirin ku derbasî wî aliyê sînor bibin. Lê me li tu derê ew nedîtin.”

Halîme Elî da zanîn ku piştî Reqa ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, hevjînê wê Muhammed Îsmaîl di sala 2019’an de çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku li aqûbeta zarokên wan bipirse, lê 5 sal in tu agahî ji hevjînê xwe jî negirtiye. Halîme Elî anî ziman ku keça wê ya li cem wê maye jî derûniya wê nebaş e û wiha got: “Ez bi tenê mam. Ez li Pirsûsê û Rihayê çûm her derê, lê min ji zarokên xwe û hevjînê xwe agahî negirt. Keça min, dibêje birayên min lu ku ne. Ev 45 roj in em li nexweşxaneyêne û ez jî ligel wê me. Tişta ku ez dixwazim ew e ku xeberekê ji zarokên xw ebigirim. Kurê min Omer Îsmaîl zewicî bû û kurekî wî hebû. Neviyê min heye, lê ji ber ku li Kobanê ye ez nikarim wî bibînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar