Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Dayik li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiyan

Dayikên Aştiyê li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyayê li hev civiyan û li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî meşiyan

Êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî kurdan dibin sedema mirina mirovan. Hêzên navneteweyî hîn jî di vê mijarê de xwe ker kirine. Nerazîbûna kurdistaniyan jî zêde dibe. Jinên ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li hev civiyan, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî û komkujiyên ku dewleta tirk dikin meşiyan. Dayikên Aştiyê ji Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Nisêbîn, Şirnex û Qoserê tev li meşê bûn û li cihekî nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê dest bi çalakiyê kirin. Di meşê de dirûşma ‘Bimire xiyanet’ hat qîrîn.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Esmer Çekmez axivî.

‘Îşkenceyê li cenazeyên zarokên me dikin’

Çekmez diyar kir ku divê dayik hemû li ber kuştina zarokan rabin û wiha got: “Yên ku qala misilmantiyê dikin gelo van komkujiyan nabînin? Misilmantî gelo ev e? Edalet ev e? Li başûrê Kurdistanê bira bira dikuje. Gelo hûn îşkenceya ku li cenazeyên zarokên me tê kirin nabînin? Ji Xwedê bitirsin. Bi navê Dayikên Aştiyê em naxwazin êdî ev şer dewam bike û zarokên me bêne kuştin.”

Çekmez ragihand ku bi rengekî derveyî mirovane îşkence li cenazeyên zarokên wan têne kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku îro vê yekê li zarokê min dike, dê sibe li yê we bikin. Yên ku dibin sedema mirina zarokên me û bedenên wan parçe dikin, bila ew jî heman êşê bikişînin. Me zarokên xwe ji bo ew qetil bikin, mezin nekir. Leşkerên ku niha li hemberî min e ew jî zarokên dayikekê ne. Çi mafê we heye ku hûn leşker û gerîlayan bi hev didin kuştin. Hûn 5 qurişan didin leşkeran û bi ser zarokên me ve dişînin. Hûn wan jî dişînin mirinê. Bila Xwedê zalimên ji we bêhtir zalim derxîne pêşiya we.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar