Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayik li Gebzeyê careke din hatin astengkirin

Malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de îro jî xwestin li ber avahiya Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Lê dayik hatin astengkirin. Çalakvanan da zanîn ku ew dê dev ji çalakiya xwe bernedin

Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 14’emîn de jî xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Malbatên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê kombûn, bi wesayîtan ber bi girtîgehê ve çûn. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Mûsa Pîroglû û gelek kes jî amade bûn. Di rê de polîsan pêşiya dayikan girt û nehiştin biçin ber girtîgehê.

Hin malbatên ku bi parlamenterên HDP’ê re çûn ber girtîgehê, çawan ku ji wesayîtên xwe peya bûn, polîsan derdora wan girt. Polîsan bi hinceta qedexeya walîtiyê xwestin ku çalakiyê asteng bikin. Malbatan jî ji polîsan re got ku dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Di çalakiyê de parlamenter Mûsa Pîroglû anî ziman ku ew duh li Kartalê jî rastî heman qedexeyê hatine û wiha domand: “Fermana walîtiyê qanûnî nîne. Divê hûn fermanên li dijî qanûnên bi cih neyînin. Ev bûyer dê piştre di stûyê we de bimîne.”

Di navbera Îmîr û leşkerekî de nîqaş derket

Parlamenter Nûran Îmîr jî êrîşa duh a polîsan bi bîr xist û wiha got: “Malbat bi lêdanê hatin binçavkirin. Em bi tu cihan ve naçin. Herin karê xwe yê qanûnî bikin.” Leşkerekê ku di nava polîs û leşkerên malbat dorpêç kiribûn de jî got; ‘ez fermandarê dewletê me, qîr nekin.’ Îmîr li ser vê yekê destnîşan kir ku gel dewlet e û ya ku polîs û leşker dikin jî şerm e.

Piştî axaftinan, malbatan heya demekê çalakiya rûniştinê li dar xist û dûre derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê bûn. Malbat dê îro saet 15.30’an li avahiya Edliya Gebze der barê polîsên bi çopan dayik dehf dan de, gilî bikin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar