Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dayik li ser şopa zarokên xwe li ber xwe didin

Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Wan, Amed, Stenbol û Edeneyê daketin qadan û xwedî li zarokên xwe derketin. Dayikan got ku heta ku tecrîd bi dawî dibe dê çalakiyên xwe bidomînin û li ser şopa zarokên xwe têbikoşin

Malbatên girtiyên ku di zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, ji bo piştgiriya bi çalakiya zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan, li gelek bajaran daketin qadan. Malbatan di çalakiyan de got ku dê heta dawiyê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin û tecrîdê hilweşînin.

Di vê çarçoveyê de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Dayikên Laçik Spî li Kolana Egemenlik a Wanê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, endamên TUAYDER’ê, DBP, endam û rêveberên HDP’ê di çalakiyê de amade bûn. Dayikan bertek nîşanî ‘qedexekirina çalakiyê’ dan û diyar kirin ku ew ji bo ku 7 hezar girtî nemirin, li ber xwe didin. Dayikan bêdengiya hikûmetê jî rexne kir û destnîşan kirin ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

‘Tecrîdê bişikîne û faşîzmê hilweşîne’

Li Amedê jî dayikên girtiyan di roja 25’emîn de jî li pêş Aşê Genim ê li rex Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de dayikên girtiyan ên ji navçeyên Farqîn, Licê û Bismilê, parlamenterên HDP’ê Remziya Tosun, Semra Guzel, Saliha Aydenîz, Ebrû Gunay, Feleknas Ûca û rêveberên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyan Amedê jî amade bûn. Dayikên çalakvan îro jî ji hêla polîs û wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin. Di dema dorpêçê de dayikan dirûşmên weke ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’, ‘Tecrîdê bişikîne, faşîzme hilweşîne’ , ‘Her der zindan her der berxwedan’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ berz kirin.

Heta tecrîd bi dawî dibe dê qadan neterikînin

Welatiyên derdorê û ajokaran jî bi çepik û korneyan piştgirî dan dayikan. Ji ber vê yekê jî polîsên trafîkê li ajokaran cezayê pereyan birîn. Polîsan nehiştin ku tu kes nêzî çalakiyê bibe û destûr nedan ku rojnameger çalakiyê bişopînin. Dayik piştî çalakiya rûniştinê, ber bi TUAY-DER’ê ve meşiyan û li wir daxuyanî dan. Dayikan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê li qadan e û heta ku tecrîd ranebe jî dê dev ji çalakiyan bernedin. Dayikan bang li wezîrê dadê kir ku dawî li tecrîdê bînin. Çalakî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.

Êrîşa polîsan şermezar kirin

Dayikên girtiyan li Stenbolê jî li avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlerê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek welatî jî amade bûn. Di daxuyaniyê de dayikan êrîşên polîsan şermezar kir û diyar kirin ku wan tevî derbkirin, binçavkirin û zextan jî çalakiya xwe domand. Dayikan bi lêv kir ku heta tecrîd bi dawî dibe dê li ser şopa zarokên xwe li ber xwe bidin.

‘Êdî sebra me nemaye’

Li Edeneyê jî dayikên girtiyan di roja 16’emîn de li Parka Îsmet Înonu çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz jî amade bû. Tevî dorpêça polîsan jî dayikan çalakiya xwe domand. Di daxuyaniyê de dayikan daxuyand ku zarokên wan têkoşîneke bi rûmet didin. Dayikan diyar kir ku êdî sebra wan nemaye û divê di zûtirin dem de dawî li tecrîdê bê anîn. Dayik piştî çalakiya rûniştinê jî derbasî avahiya HDP’ê bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar