Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayik Şenyaşar: Ji ber vê dewletê em mirin

Malbata Şenyaşar ku 29 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirin, got ku ji Wezareta Edaletê daxwaz dikin ku bi hevokekê daxuyanî bide û diyar kir ku ew ji ber vê dewletê mirin

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 29 roj in bi daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digirin. Dayik Emîne û kurê xwe îro jî li ber edliyeyê xwestin ku wezareta edaletê bi gotinekê be jî li ser rewşa doza kuştina endamên malbatê daxuyanî bide.

14’ê hezîrana 2018’an, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşar û kesek ji malbata Yildiz jiyan xwe ji dest dabûn.

Roja 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Meletiyê li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz 18 sal ceza birî.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû îro jî li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” çalakiya xwe ya nobetê li dar xistin.

‘Em ji ber dewletê mirin’

Dayik Emîne Şenyaşar îro li ber edliyeyê di nobeta “Edaletê” de, kaxidê di destê xwe de yê li ser edalet nivîsandî, bi destê xwe qelaşt û hiwa got: “Edaleta we li ku ye. Edaleta we bi qasî vî kaxizî ye ku hûn li pey ketine. Herin bigirin waye li Sirûcê digerin. Em mirin, em ji ber vê dewletê mirin, em ji ber vê ‘edaletê’ mirin. Em ji ber vê hikûmetê mirin.”

Her wiha li ser hesabê twîtterê yê malbata Şenyaşar eiha hat gotin: “Têkoşîna me ya EDALET’ê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 29’emîn de didome. Bi gotinekê be jî em li benda daxuyaniya wezîrê edaletê ne. Li Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê sûcê mirovahiyê pêk hat. Rayedar hê jî ser bûyerêd digirin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar