Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Dayik şoreşgerên demê ne’

Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, ji 26’ê Kanûna 2018’an û vir ve di greva birçîbûnê de ye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û wiha got: “Heta tecrîd ranebe, cenazeyê me jî ji girtîgehan derbikeve, emê çalakiya xwe dewam bikin.”

Girtî Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji 26’ê kanûna 2018’an û vir ve ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ye, di 23’yê gulanê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Surme li ser telefonê derbarê rewşa xwe de agahî dan malbatê û got ku ji ber demeke dirêje di greva birçîbûnê deye, zehmetiyan dikişînin.

‘Em tiştekî ji bo xwe naxwazin’

Surme yê di serî de bi bavê xwe re axivî, dest pê kê çûna çalakiyê ya dayika xwe pirs kir. Surme, bal kişand ser girîngiya çalakiya dayikan û wiha axivî: “Bila dayika min di çalakiyê de li paş nesikine û bila peşiya çalakiyê bi sekine. Hevdîtinên bi Serokatî re tên kirin me kêfxweş dikin. Ji xwe daxwaza me ya sereke ewe ku tecrîda li ser Serokatî bişkê û rabe. Em dixwazin bi malbata xwe re hevdîtin bike, bi telefonê biaxive, parêzer û heyetên siyasî biçin hevdîtinê. Ango têkiliyên bi Serokatî re bila qut nebin, dengê wî qût nebe û heta gel azad dibe. Ji xwe em ji bo xwe tiştekê naxwazin, heta tecrîd ranebe, cenazeyên me jî derkevin em dest ji çalakiya xwe bernadin.”

Surme, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya dayikan jî û ev peyam da: “Dayik pêşengiya vê pevajoyê dikin. Ji ber vê yekê çalakiyên dayikan pir bi wate ne. Şoreşgerên deme ewin.” AMED  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar