Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan

Dayik û bavê endama YJA-Starê Helbest Koçerîn ku di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû û dîmenên wê yên ku dema ji çekên kîmyewî bandor bibû hatibûn belavkirin wiha gotin: "Ew bi bêbextî hat kuştin. Ew ne tenê şehîda me, şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Divê tevahiya gelê kurd rabe ser piyan."

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji hewayê û bêjahiyê ve êrîşeke berfireh dabû destpêkirin. Di êrîşên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de Tirkiye tevî bikaranîna çekên kîmyewî jî nikare pêş bikeve. Di êrîşan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî yên cur bi cur hatine bikaranîn. Di 18’ê cotmehê de Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên HPG’ê û YJA-Starê ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribû û paşê jî dîmenên 2 HPG’iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn hatibûn belavkirin. Ji kesên di dîmenan de yek jê jî endama YJA-Starê Helbest Koçerîn (Kevser Ete) bû.

Ete, keça malbateke Koçer e û di sala 1996’an de li navçeya Heskîfê ya Êlihê ji dayik dibe. Kevser Ete, gava xwendekara pola 5’an a dibistana seretayî ye dayika wê nexweş dikeve. Ji ber ku ji 4 keçan a mezin ew bûye, di wî temenî de barê malbatê dikeve ser milê wê û dest ji dibistanê berdide. Ete ku hestên xwe yên welatparêziyê bi tu awayî venaşêre, di mîtîng, 8’ê Adar û Newrozên li herêmê de tim di refên pêş de cihê xwe digire. Ete ku zilmê dewletê qebûl nake, di 15’ê tebaxa 2014’an de tev li nava refên PKK’ê dibe. Berî biçe navê Sorxîn li xwişka xwe ya nû çêbûye dike. Piştî ku Kevser Ete tev li nava refên PKK’ê dibe, barê malbata xizan jî giran dibe. Malbat pezê xwe difiroşe û di sala 2015’an de ji bo karê pirteqalan berê xwe dide Qibrisê. Malbata Ete, salekê li wir dimîne û piştre berê xwe dide rojavayê Tirkiyeyê bajarê Manîsayê. Malbata Ete 4 salan li Manîsayê karkeriya demsalî dike.

‘Ez bi heval Helbest serbilind im’

Leyla Ete (50), dayika Helbest Koçerînê anî ziman ku keça wê di temenê xwe yê biçûk de barê jiyanê hilgirtiye û wiha qala keça xwe kir: “Kevser ji 8 zarokên min a 3’yemîn e. Ez û bavê wê tenê bûn. Sewalê me hebûn û gelek zehmet bû. Me 10 salan jiyana xwe di nava wê zehmetiyê de derbas kir. Me nikaribû pezê xwe xwedî bike. Em jî rabûn, me pezê xwe firot û em çûn navçeya Dihê. Ji ber ku zarokên me hemû biçûk bûn, em jî neçar bûn ku pez bifiroşin. Em du sê salan man û debara me nebû. Hevala Helbest jî êdî ji dinyayê fêm dikir. Keça min a mezin jî ew bû. Hemû karê malê wê dikir. Piştre ew tev li nava refên gerîla bû. Em jî bê kar man. Êdî me nexwest ku em li Dihê bimînin. Ji ber ku me nedikarî debara xwe bike, me berê xwe da bajarên tirkan. Em 4 salan li Manîsayê man. Helbest hevaleke gelek bi şeref û namûs bû. Pir li ber xwe dida. Miroveke gelek zana bû. Ew ji me hemûyan hêjatir bû. Ji ber ku pir biaqil bû çû tev li bû. Ez jî bi wê serbilind im û serfiraz im. Serê gelê kurd sax be. Ew ne tenê şehîda min e, şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku tevahiya gelê kurd rabe ser piyan. Divê kes di xew de nemîne û her kes hişyar be. Divê kes bikaranîna çekên kîmyewî qebûl neke. Bi mehan bi top û balafirên xwe nikarin şerê hevala Helbest bikirana. Rabûn bi çekên kîmyewî şer kirin. Hevala Helbest gelek li ber xwe da, lê ew bi bêbextî kuştin.”

‘Ji ber ku nikaribûn pê re şer bikin wê bibextî kuştin’

Dayik Ete bilêv kir ku ew pir serbilind e ku keça wê di vê rêyê de şehîd ketiye û wiha got: “Helbest gelek tev li mîtînga dibû. Tev li hemû meşan dibû. Kengî cenazeyên şehîdan bihatana ew diçû pêşengtî dikir. Miroveke her tim rûken û zana bû. Ji ber wê çawa çû bû fermandar. Min nedizanî ku wê tev li gerîla bibe. Barê malê hemû li ser milê wê bû. Zarokên min hemû wê xwedî kirin û mezin kirin. Heta pola 5’an dibistan xwend. Lê ez nexweş bûm. Min nikaribû li zarokan binêrim û min nexwest ku ew biçe dibistanê. Wê pir dixwest lê min nehişt. Di xwendina xwe de jî gelek serkeftî bû. Tu carî nedigot, ‘ez ê biçim.’ Heta ku ew roja çûyî jî ez birim nexweşxaneyê. Piştre em hatin malê. Ji min re got, ‘Ji min re gustîlek zêr bikire’ Min jê re gustîla zêr kirî û bi wê gustîlê çû. Roja ku çû jî ji min re got, ‘Li pey min neyê.’ Tu caran zilm û zordarî qebûl nedikir. Dema min ew dîmen dîtin, ez gelek qehirîm. Heta serê sibehê xew neket çavê min û bavê wê. Pişt re min got, ‘Ez ne bi tenê me, ew 17 kes in ez jî wekî wan malbata me.’ Min got, ‘Ez çi bi şens im ku keça min di vê dozê de çûye.’ Êşa me û jana me hemûyan yek e. Helbest ne tenê şehîda min e, şehîda hemû kurdan e. Nikaribûn pê re şer bikin û bi xayintî ew kuştin. Divê kes bêdeng nemîne û doza wê li erdê nemîne. Hevala Helbest fermandereke bi nav û deng bû. Ez pê xemgîn im. Lê ez ew qasî jî serbilind im û serfiraz im. Keça min di rêya şeref û namûsê de canê xwe da. Ez xiyaneta Barzanî lanet û şermezar dikim. Divê em ewilî wan ji nava xwe derxin. Tu doza me bi wî re nîn e. Ew heqeretê li me dike. Zarokê me dide kuştin. Divê gelê kurd ewilî Barzanî ji nava xwe derxîne.”

‘Divê em bi hev re rabin’

Bavê wê Ahmet Ete (51) jî wiha got: “Dilê min tenê neşewitî. Dilê gelê kurd şewitî. Tişta ku dikeve ser milê me divê em bikin. Pêwîst e em wekhev bin. Divê em hemû bi hev re rabin, çi ji me tê em wê bikin. Ez di mala xwe de rûniştibim jî divê ez alikariyê bikim. Ez ne ji bo Helbestê tenê dibêjim. Ez bavê hemû hevalên Helbestê me jî. Ez bavê hemû gerîlayan im. Ez wan şermezar dikim yê ku bi dijmin re diçe ser kozikan, yê bi dijmin re diçe Bestayê, yê di geliyan de bi dijmin re digere, yê bi dijmin re diçe çiya, ez wan lanet dikim. Ez heta êvarê jî bibêjim xelas nabe. Kurdê bêşeref serê xwe dide erdê û dibêje ku, ‘hema pereyê me hebe ya dîtir pûç e.’ Xayinê mezin Barzanî ye. Demekê Erdogan digot gelê kurd, ‘herin ma Kurdistan li vir e, Kurdistan li Iraqê ye, herin bigihîjin Barzanî.’ Lê îro Barzanî ne kurd e. Îro Barzanî bûye hevalê wî. Ji ber çi, ji ber pereyan. Heke ew rast bûna wê Kurdistan hemû jî rast bûna. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li dijî xelkê xwe disekine. Ez niha bi qasî çiyayekî bûme. Ez serbilind im. Serê kurdê bi şeref sax be. Em çi bi şens in ku navê me jî bikeve wê derê. Ez ji dewleta tirk natirsim. Bila mirov bi şeref be, bila tu tiştê mirovî nebe. Bangawaziya min ji gelê kurd ev e, bi destê hev bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar