Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dayik û bavê ku kurê wan şehîd bû hefteyekê li ber HDP’ê hiştin

Mirina Mûsa Gokturk ê HGP’î ku di encama êrîşeke hewayî de li Pîrana Amedê şehîd bûbû, ji malbata wî veşartin, dayik û bavê wî li gel vê yekê jî hefteyek li ber HDP’ê tan rûnişdantin

Gerîlayê HPG’ê Mûsa Gokturk (22) di 10’ê îlonê de di encama êrîşeke hewayî de li gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê ya Amedê şehîd bûbû. Ji ber ku malbata wî tevli çalakiya li ber Avahiya HDP’ê ya Amedê bû, piştî 14 rojan cenazeyên wî dan malbata wî. Lê cenazeyê Mîzgîn Harman (24) a HPG’î ku di heman êrîşê de bi Gokturk re şehîd bûbû, 24 roj in nadin malbata wê.

Gokturk di 2014’an de tevli HPG’ê bûye. Dayik û bavê Gokturk Îkram û Mehmet Gokturk bi angaşta ku zarokê wan hatiye revandin, di 18’ê îlonê de tevlî rûniştina li ber Avahiya HDP’ê ya Amedê bûbûn. Gokturk  di 10’ê îlonê de şehîd bû, li gel ku dihat zanîn jî piştî 14 rojan dewletê ji malbata wî re mirina kurê wan ragihandin. Malbata Gokturk ku di 24’ê îlonê agahî mirina kurê xwe girt, di heman şevê de cenazeyê kurê xwe girt û bir li taxa Toprakkale ya Mûşê tenê bi tevlîbûna xizmên xwe yên nêz veşart. Destûr nehat dayîn ku malbata Gokturk ji bo kurê xwe şînê deyne.

Mîzgîn Harman (24) a HPG’î ku di heman êrîşê de bi Gokturk re şehîd bûbû jî 24 roj in cenazeyê wê li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê tê girtin û nadin malbata wê. Malbatê di 12’ê îlonê de agahî ji şehadeta keça xwe girt û serî li dozgeriyê da. Piştî serlêdanê li gel ku cenaze ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin jî radestî malbatê nehat kirin.

‘Bila cenazeyê me radestî me bikin’

Kekê Harman, Serdar Harman diyar kir ku li gel ku cenazeyê xwe teşhîs kirine jî nikarin bigirin û wiha got: “Cenazeyê malbateke ku kurê wan bi xwişka min re jiyana xwe ji dest dabû radestî wan kirin lê li gel vê yekê cenazeyê me nadin. Divê demildst cenazeyê me radestî me bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar