Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayik û malbatên girtiyan zarokên xwe bi tenê nehiştin

Dayik û malbatên girtiyan li Kocaelî, Edene, Riha û Stenbolê tevî hemû zext û zordariyan daketin qadan û xwedî li zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de derketin. Dayikan dirûşmên ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kirin û gotin ku ew ji bo ku zarokên wan nemirin, li qadan in

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê û çalakiya mirinê de ne. Ji bo xwedîderketina li çalakiya zarokên xwe û balkişandina ser rewşa wan, dayikên girtiyan jî ji Stenbol, Kocaelî heta Riha, Edene û gelek deverên din li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de dayik îro jî li Stenbol, Kocaelî, Riha û Edeneyê daketin qadan û banga rakirina tecrîdê kirin.

Dayikên girtiyan tevî parêzerên Komeleya Hiqûqê ya ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatiyan, xwestin di roja 39’emîn de jî li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya nobedê li dar bixin. Dayikên girtiyan di serî de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê kom bûn û xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Lê dayik li ser Kolana Bagdatê hatin sekinandin. Dayikên ku xwestin bi meşê biçin, hatin astengkirin. Dayikan jî li cihê hatine sekinandin dest bi çalakiya rûniştinê kir. Dayikan bi gotinên ‘em dayik in. Her tişt ji bo zarokên me ye. Hûn niha bi vê astengiyê bê hurmetiyê li me dikin’ bertek nîşanî polîsan dan.

Dayikan li Edeneyê daxuyanî dan

Li Edeneyê jî dayik û xizmên girtiyan bi heman armancê li Parka Înonu ya Edeneyê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên HDP, DBP, HDK Çukurova-TUAYDER û parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari jî amade bûn. Dayikan tevî dorpêça polîsan jî daxuyanî da û bang li hemû jin û nûnerên partiyên siyasî kir ku piştgiriyê bidin. Dayikan got ku ew naxwazin zarokên wan bimirin û çalakî bi dirûşma ‘bijî berxwedanan zindanan’ bi dawî bû.

‘Divê dewlet li gorî zagonên xwe tevbigere’

Dayikên girtiyan ên li Rihayê jî bi heman boneyê li avahiya HDP’ê ya Rihayê çalakî dabû destpêkirin. Platforma Jinan a Rihayê îro dayik ziyaret kirin û piştgirî dan. Di serdanê de ser navê platformê prz. Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û xwest ku her kes bi erka xwe rabe. Ozbîngol diyar kir ku divê dewlet li gorî zagonên xwe tevbigere. Di serdanê de parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayse Surucu jî bi lêv kir ku dê heta dawiyê piştgiriyê bidin dayikan.

Dayik hatin astengkirin

Malbatên girtiyan li Stenbolê jî xwestin biçin ber girtîgeha Bakirkoyê. Di çalakiyê de berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyîgît, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û parêzerên endamên OHD’ê jî amade bûn. Malbatên ku li ber rêya E-5’ê kom bûn, dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kirin û ber bi girtîgehê ve meşiyan. Li nêzî girtîgehê polîsan malbat asteng kirin. Malbatan jî li cihê ku hatine astengkirin, çalakiya rûniştinê pêk anî. Lê polîsan tehemûl nekir û êrîş kir. Di dema êrîşê de malbatan got; ‘hûn çi dikin bikin em ê sibê jî li vir bin.’ Malbat bi dirûşman ber bi Qada Şîrînevlerê ve meşiyan. Kesên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Malbat derbasî avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlerê bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar