Dayik û xwişka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku di ev 247 roj in agahî jê nayê girtin Bedriye û Aygûl Dokû ji bo Dokû bê dîtin, bersûc bên girtin û darizandin li Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin lê polîsan çalakiya malbatê asteng kir, dayik û xwişka Dokû bi lêdanê binçav kirin.
Polîsên ku dayik û keça wê derp kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Dêrsimê. Parêzerê malbatê Alî Çîmen, binçavkirin dayik û xwişka Gulistan Dokû ragihand û diyar kir ku ev binçavkirin ne hiqûqî ye.
Xwişak Dokû Aygul Doku jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parvekirin kir: “Ji bo ku xwişka min bê dîtin me dest bi çalakiya rûniştinê kir. Lê em hatin binçavkirin. Polîsa jin du sê caran pehîn li pişta min xist. Dûre min dîmenê wê girt. Polîsekê din hat dest danî ser telefona min û vîdeoya min kêşa jê bir. Dayika min ji ser hişê xwe çû. Me li nexweşxanê rapora derpkirinê girt.” DÊRSIM