Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Dayika 3 xwişk ji ber ‘govendê’ hatin girtin: Ma govend jî terorîst e

Filîz Taşkesen a ku 3 keçên wê ji ber gerandina govendê hatin girtin û ew bi xwe jî bi hefsa malê hate cezakirin, wiha got: “Aramiya me xera kirin. Bi milyonan kes govendê digerînin. Ma hemû dibin terorîst.”

Ji ber di dawetekê de govend gerandin Fîlîz Taşkesen û 3 keçên wê yên li ser medyaya dîjîtal bûn hedefa hesabên nijadperest, di 25’ê tîrmehê de li navçeya Misirc a Sêrtê bi serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Taşkesen û her sê keçên wê, bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê kirine” di 27’ê tîrmehê de bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Sêrtê hatin kirin. Dadgehê dayik Taşkesen bi şertê kontrola edlî ya hefsa malê serbest berda û her sê keçên wê girtin. Dadgehê, ji biryara girtinê re parvekirina ji hesaba nijadperest a bi navê “Ajans Mûhbîr” re hate kirin, weke delîl hate nîşandan.

Taşkesen a têkildarî tiştên qewimî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, anî ziman ku piştî li ser medyaya dîjîtal hedef hatin nîşandan bi ser mala wan de hate girtin û wiha got: “Em 2 şev û 2 rojan di nezaretê de man, hefsa malê dan min, keçên min jî girtin. Gotin ‘we çima ev stran got, ev strana we gotiye qedexe ye’. Me di dawetê de govend gerand, keçên min jî stran gotin. Bi keçeke min re nexweşiya kimê heye, divê destên wê şil nebin. Nikare serê xwe bişo û pêdiviyên xwe bi cih bîne.”

Taşkesen anî ziman ku fêm nakin ku çawa ji ber gerandina govendê hatine girtin û wiha domand: “Keçên min tiştek nekirine, bêsûc in. Ez edaletê dixwazim. Heke mirov biçe dawetê û tenê ji bo govend gerandiye were girtin, mirov dikare çi bêje? Naxwazin em biçin dawetên heval, hogir û xizman.”

Taşkesen da zanîn ku ji bo gerandina govendê weke “terorîst” hatin îlankirin û ev tişt gotin: “Li ser cîhanê bi milyonan mirov govendê digerînin. Bi milyonan kes dibin terorîst? Dibe terorîstê govendê? Bila herkes strana ku jê hez dike guhdar bike û govendê bigerîne. Gelo ji bo keseke govendê digerîne ji qedexekirina gerandina govendê ecêbtir tiştek heye? Wê demê bila kes ji malê dernekeve. Me tişteke wiha cara ewil dît. Aramiya me xera kirin, psîkolojiya zarokên min xera kirin. Bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar