Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika 4 girtiyan: Dê ev berxwedan nîvco nemîne

Kûdret Aşkara ku ji 4 zarokên wê yên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku dê berxwedan nîvco nemîne û bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 126’an de didome. Bi heman daxwazê di 16’ê Kanûna 2018’an de jî li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û di 1’ê Adarê de jî li hemû girtîgehan belav bû.

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne 2 jê jî birayên hev Abdurrahîm Çetînkaya (39) û Mehmet Aşkara (29) ye. Çetînkaya ev 13 sal in li Girtîgeha Jimare 3’yan a Şakranê de ye û Aşkara jî ev 3 sal in li di Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê de ye. Çetînkaya ji 15’ê Sibatê ve û Aşkara jî ji 18’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Her wiha birayê wan Îbrahîm Çetînkaya jî 13 sal in li di Girtîgeha Tîpa L a Panosê û xwişka wan Sabriye Aşkara jî di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye.

Dayik Kûdret Aşkara (65) diyar kir ku piştî bavê wê miriye wê nikaribûye nasnameya xwe derxîne û ji ber vê du zarokên wê yên ewil li ser navê hin kesên din qeyd kirîne. Aşkara da zanîn ku piştî zewiciye wê jî nasnameya xwe li ser navê hin xizmên xwe derxistiye û her du zarokên wê yên din jî li ser navê wê qeydkirîne.

Di nav 10 salan de tenê du caran hevdîtin

Dayik Aşkara da zanîn ku kurê wê yê mezin Abdurrahîm Çetînkaya di sala 2012’yan de ketiye greva birçîbûnê û 55 rojan di grevê de maye û niha jî ji 15’ê Sibata 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye. Dayik Aşkara anî ziman ku 10 sal berê kurê wê ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî Girtîgeha Şakranê hatiye kirin û ji ber rewş aborî di 10 salan de tenê 2 caran karibûye biçe girtîgehê.

Banga hestiyariyê kir

Di axaftina xwe de dayikê bang li hemû aliyên xwedî bi wijdan kir ku li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Berpirsiyariya vî karî tenê ne li ser milê zarokên me, dayik û çend kesan e. Ev berpisiyariya hemû mirovan e. Hinekî xwedî wijdan bin. Ez nabêjim bila dilê we wekî yê min bişewite lê tenê hinekî bi wijdan.”

Gelê kurd bi tevahî di bin tecrîdê de ne

Dayik Aşkara destnîşan kir ku gelê kurd bi tevahî di bin tecrîdê de ne û wiha pêde çû: “Wexta panzer li ber derî derbas dibin zarokên me ji tirsa direhilin. Ev tecrîda herî mezin e. Dewleta tirk bi çavê dijminatiyê li me dinêre û dixwaze me tune bike. Lê belê heta em sax bin em ê tevî zarokên xwe li ber xwe bidin. Min perçe bikin biavêjin nav kuçeyan jî, ez ê dev ji doza Serok, Mehmet Tûnç bernedim.”

Bibin dengê girtiyan

Her wiha dayikê diyar kir ku girtî ne ji bo xwe û malbatên xwe, ji bo doza xwe di greva birçîbûnê de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dakevin kuçeyan. Bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de. Ger ev mirov biçin wê hin kesên din bên şûna wan. Yek diçe çar tên. Dê ev berxwedan nîvco nemîne. Divê her kes xwedî li gelê xwe û van zarokên di greva birçîbûnê de ne derkeve.” SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar