Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dayika 70 salî Raîfe Înatçi kirin girtîgehê

Dayika 70 salî Raîfe Înatçi ya li Farqînê dijî ji ber ku cezayê wê yê girtîgehê yê 3 sal, 1 meh û 15 roj hat erêkirin, avêjtin girtîgeha Tîpa D a Amedê

Dayika 70 salî Raîfe înatçi ya li Gundê Hacîca ya navçeya Farqînê ya Amedê dijî û xwendin û nivîsandina wê tuneyî, bi hinceta ku di meşeke di 2’yê kanûna 2009’an hat lidarxistin de pankarta “Ciwan fedaiyên Apo ne’ hilgirt, lêpirsîn darbarê wê de hatibû vekirin.  Înatçi di çarçoveyê lêpirsînê de, di sala 2009’an de hatibû binçavkirin. Înatçi ya dûre sewqî Edliya Amedê hatibû kirin, piştî îfadeya  wê hat girtin, serbest hatibû berdan.

Di encama lêpirsîna derbarê Înatçi hat meşandin de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kirin” doz lê hat vekirin. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdîanameya Înatçi qebûl kiri û bi heman sûcdarî û îdîayan 3 sal, 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Înatçi birî.  Dadgeha Bilind a ku cezayê li Înatçi hat birîn nirxand, biryara dadgeha herêmî erê kir. Dayika 7 zarokan Înatçi ya 70 salî ya 3 sal, 1 meh û 15 roj cezayê wê girtîgehê hat erêkirin, di 27’ê tebaxê de hat binçavkirin û piştî derxistin edliyê, şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.

Xizmên Înatçi diyar kirin ku ji ber ku temenê Înatçi mezin e, gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û gotin: “Ger di girtîgehê de bimîne wê pirsgirêkên tenduristiya wê girantir bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar