Yonca Akîcî ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, dayika Akici, Gulperî Akîcî behsa tiştên dewletê anîne serê wê kir. Dayik Gulperî Akîcî wiha got: “Gava cenazeyê Yoncayê hat, nehiştin ez dest bidimê û bêhn jî bikim. Ji min stendin û veşartin.”
Yonca Akîcî, di sala 1996’an de li gundê Birnêbilax ê navçeya Tûtax a Agiriyê hat dinê. Akîcî, di dibistana navîn de dev ji dibistanê berdide. Di sala 2013’an de tev li nav refên PKK’ê dibe û di 2015’an de li Colemêrgê tevî 3 hevalên xwe tê girtin û 15 sal ceza lê tê birîn. Akîcî, li Girtîgeha Jina ya Şakranê, di 29’ê adarê de ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî. Dayika wê Gulperî û apê wê Şakir Akîcî, behsa jiyan û têkoşîna Akîciyê kirin.
Apê Yonca Akîcî, Şakir Akîcî ev tişt anîn ziman: “Ez û wê ne ap û birazî, em du heval bûn. Nizanibû tirs çi ye. Ji hevalên xwe, ji welatê xwe pir ehz dikir. Li dibistanê jî jîr bû lê di dibistana navîn de dev ji dibistanê berda. Ji bo dev ji dibistanê berneda mamosteyên wê çend caran hatin malê lê got ‘ez naxwazim.’ Gava me behsa meseleyeke berê dikir, bi baldarî guhdar dikir. Nexasim jî pir ji dengbêjan hez dikir. Em ê wê ji bîr nekin û em pê serbilind in.”
‘Ji bo aştiyê xwe feda kir’
Ap Akîcî, destnîşan kir ku biraziya wê baş dizanibû ku tecrîda li ser Ocalan li dijî aştîyê ye û wiha got: “Yoncayê, bi wêrekî xwe ji bo aştiyê feda kir. Em ê xwedî li vê mîrata wan a ji bo aştiyê derkevin. Em bawer dikin ku wê ew jiyana azad û birûmet ku wan ji bo w canê xwe feda kir bê vî welatî.”
‘Ez ji kenê wê têr nebûm’
Dayik Gulperî Akîcî jî ev tişt anî ziman: “Ez ne ji kenê wê ne jî ji bêhna wê têr nebûm. Her cara em diçûn girtîgehê an jî telefon dikir, tim digot, ‘rewşa we baş be, ez jî baş im.’ Yanî di rewşeke wisa giran de jî pêşî hişê wê li ser me bû. Ji bo em li ber nekevin, pirsgirêkên li girtîgehê nedigot. Heta gava ji 1’ê adarê dest bi greva birçîbûnê kir, heta 29’ê adarê jî ji min re negotibû. Bavê wê jî hatibû girtin lê haya wê jê tune bû. Lê paşê Yoncayê li ber diket û digot, ‘bavê min ji ber min hatiye girtin.'”
‘Bila min efû bike’
Akîcî, bal kişand ser sohbeta xwe ya bi keça xwe ya li girtîgehê û got: “Gava ez pê re diaxivîm, ji min re digot, ‘dayê ger rojek tiştek bê serê min, qethiyen tu li ber çavê wan negirî.’ Lê gava cenazeyê keça min hat gund, min bi xwe nikaribû, giriyam. Gava cenazeyê Yoncayê hat, nehiştin ez dest bidimê û bêhn jî bikim. Ji min stendin û veşartin. Pir poşman im ku min soza xwe bi cih neanî ku li ber çavê wan giriyam. Bila min efû bike.” AGIRÎ