Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika Aştiyê: Em jî tên tecrîdkirin

Emîne Altan ku kurê wê Veysî Altan li dijî tecrîdê di grev birçîbûnê de ye axivî û diyar kir ku ne tenê girtîgeh hemû kurd di tecrîdê de ne û bang li dayikan kir ku bê tirs bin

Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 71’emîn de didome. Her diçe fikarên malbatên girtiyan zêde dibin Têkildarî çalakiya girtiyan Emîne Altan a 75 salî ku kurê wê Veysî Altan di greva birçîbûnê de ye, axivî.

Dayika Aştiyê Altan, bi bîr xist ku kurê wê yê cezayê muebetê lê hatiye birîn berê jî gava di Girtîgeha Tarsûsê de bûye tev li greva birçîbûnê bûye û niha jî di Girtîgeha Tîpa T ya Mereşê de di greva birçîbûnê de ye. Altan anî ziman ku ji ber pandemiyê ji zû de ye kurê xwe nedîtiye û wiha got: “Hevdîtina bi telefonê jî car carinan tê astengkirin. Nexweş im lê bi vî halê xwe jî bi salan diçim girtîgehê. Li girtîgehan gelek maf tên binpêkirin. Ji havînê ve min hin eşya şandine, lê va bû zivistan hê jî nedane kurê min. Heya ku pêlava di nigên wan de neqeta yeke din qebûl nakin. Betaniye, gore tiştekî nadin wan. Hem wan îşkence dikin hem jî me malbatan. Zarokên me ji warê wan sirgûn dikin. Naxwazin em wan bibînin. Her cara çûme girtîgehê, her derê min sehî dikin. Destê xwe li her derê min digerînin. Gotinên nexweş dikin. Piştî pandemiyê hin pîvanên din jî danîne. Di şewbê de jî guh nadin paqijiyê. Her tiştî ji bêrîka xwe dikirin.”

Malbat jî tên tecrîdkirin

Dayikê diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê ji bo azadiya civakê di grevê de ne û ev tişt anî ziman: “Gava em nan dixwin, di qirka me de dimîne, hêsir ji çavên me tên. Zarokên me qesda canê kesî nekirine. Tecawizî kesî nekirine. Ji ber ku kurd in hatine girtin. Ê ku tecawizî jiyana me kirine ew in. Ji dêvla ev qas girtîgeh, li van deran fabrîke çêbikirina. Ji wan tirê dê kurdan bi birçîbûnê terbiye bikin. Bila daxwazên zarokên me qebûl bikin. Tenê ne girtîgeh, kurd hemû tên tecrîdkirin. Tenê ne ew, em jî tên tecrîdkirin. Em jî eynî wekî di girtîgehê de bin.”

Bangewazî

Altan da zanîn ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkeve û destnîşan kir ku ger pêwist bike dê li ber girtîgehan dest bi greva brçîbûnê bikin û wiha domand: “Lê li cem wan edalet û wijdan nemaye. Ji dayikên 60-70 salî re dibêjin xwe dirêj bikin. Em dixwazin tecrîd rabe û aştî çêbibe. Em ne dijminê tirkan e. Meseleya me bi dewletê re ye. Dewlet kedxwariyê dike. Îro li me, sibê dê li wan vegere. Siya darê tim ne eynî ye.”

Her wiha dayikê bang li hemû dayikan kir ku bê tirs bin û got ku ger pêwîst bike dê biçin ber deriye wezareta dadê jî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar