Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey têkildarî têkoşîna xwe û geşedanên di rojevê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Raîfe Ozbey diyar kir ku wexta gotin diçin bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin keyfxweş bûne û wiha got: “Bi Serokatî re hevdîtin çêbibin ka ew çi dibêje. Lê tecrîdê giran dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev ne tişteke hiqûqî ye. Ya rastî heq û hiqûq û edalet li vî welatî nemaye. Ji bo me kurdan qet tune ye. Her yek tiştekê dibêje lê baweriya me bi wan tune ye. Heta ku em encamekê negirin, heta ku hevdîtin çênebe baweriya me bi kesekî tune ye. Heta deriyê Îmraliyê venebe û fikrên wî neyên girtin, baweriya kurdan bi kesekî nayê. Bila pêşiyê vê yekê pêk bînin.”
Raîfe Ozbey, bang li rêveberên dewletê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev welat di destê wan de ye bila vî welatî ji niha şûnde hinek din jî bi paş ve nebin, bila bi pêş ve bibin.Bila rojekê xwe têxin şûna me, bêjin zarokê me yan li çiyê ye yan li qereqolan li operasyonê ye, rewşa wî çiye, ew ê sibê çi xeber jê were. Di serî de wekîlên kurd ên di nava AKP’ê MHP’ê de ne, di nav partiyên pergalê de ne, destên xwe deynin ser wijdana xwe. Daxwaza me ew e ku ev şer bisekine, xwîn nerije, dayik negirîn. Bi taybetî li welatê me, li Filistînê li her aliyê cîhanê yê şer heye bila êdî şer bisekine. Tiştek bi şer çareser nabe.”
Berfirehiya nûçeyê li ser lînka jêr dikarin bixwînin.
‘Heta deriyê Îmraliyê venebe baweriya kurdan bi kesekî nayê’