Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya 72 salî Makbule Ozbek, li Girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir. Ozber rakirin nexweşxaneyê û niha di beşa venêrtina zêde de tedawî debe. Ozbek di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û girtin. Parêzeran ji bo Ozbek bê bertan îtîraz kiribû lê daxwaza parêzeran bi îdeaya ‘Şika bireve heye’ red kiribûn. AMED