Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dayika Aştiyê: Rêber Apo Rêberê cihanê ye

Dayika Aştiyê Besna Gunay diyar kir ku Rêber Apo ne tenê Rêberê kurdan ê hemû cîhanê ye û wiha got: “Bila tecrîda li ser serokatî û zarokên me bê rakirin. Bila her kes bê tevli Nobeta Edeletê bibin.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bidem û dorveger da destpêkirin. Piştî vê xizmên girtiyan di çarçoveya heman pêngavê de li Amed, Wan, Mersîn, Edene û Stenbolê dest bi Nobetên Edeletê kirin. Girtî di hevdîtinên telefonê yên bi malbatan re dengê xwe didin bihistin û malbat jî banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Piştî 5 bajaran şûnde di 22’yê kanûnê de dayikan diyar kirin ku wê li Mêrdînê jî Nobeta Edeletê  bidin destpêkirin.

Dayika Aştiyê û dayika girtî Besna Gunay der barê grevên birçîbûnê û Nobeta Edeletê de nirxandin kir.

Besnayê destnîşan kir ku divê demidest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û balkişadn ser greva birçîbûnê ya girtiyan. Besnayê wiha daxuyand: “Her kes dizane greva birçîbûnê bi kîjan daxwazan hatiye destpêkirin. Dayikên 70-80’ê salî dizanin ku zarokên wan çima dest bi çalakiyan kirine. Bi armanca piştgiriyê dest bi Nobeta Edeletê kirin. Em dayikên Mêrdînê jî wê dest bi Nobeta Edeletê bikin.Em dayikên aştiyê jî di bin tecrîdê de ne. Em ne ji girtinê ne jî mirinê ditirsin.Tiştekî em jê bitirsin nemaye. Ji ber tiştek nemaye. Me her tişt dît me her tişt jiya. Bila zilma li ser girtiyan bidawî be. Bila tecrîd bê rakirin.”

Besnayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Lijneyên Îdarî û Şopandinê bi taybet tahiyeya girtiyên 30 sal in girtîne taloq dikin û wiha bertek nîşan da: “Li girtiyên 30 sale girtîne poşmanî tê ferzkirin. Tahliyeya wan 3 meh, 6 meh û 9 mehan tê dirêjkirin. Gelo kesên 30 sale girtîne wê poşman bibin? 3 sal û 4 mehe hevdîtin bi serokatiya me re nayê kirin. Tu agahî jê nayê girtin. Ew ne tenê Rêberê kurdan ê hemû cîhanê ye. Em rewşa wî nizanin. Agahî jê nayê girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Divê demildest tecrîd bidawî be. Bi aştî û wekheviyê ev pirsgisrêk dikare bê çareserkirin.”

Besnayê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo dest bi Nobeta Edeletê bikin amadekariyan dikin û wiha dawî lê anî: “Divê em jî ji bo zarokên xwe hewl bidin. Divê em bibin dengê wan. Zarokên me bêyî sedem girtîne. Ji bo kesekî ku kevir davêje cezayê muebetê dibirin. Lê heman ceza nadin kujeran nadin tecawizkaran. Ji ber em kurd in cezayên giran li zarokên me dibirin. Ji ber em dest ji doza xwe bernadin me ceza dikin. Ev e edelet ev e wekhevî? Heta dawiya jiyana xwe em ê têbikoşin. Ez bang li hemû dayikan dikim, bila tevli Nobeta Edeletê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar