Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Dayika Ayten Beçet: Rabin ser piyan û bêjin ‘êdî bes e’

Dayika Ayten Beçet a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû Fatma Beçet axivî û wiha got: “Bila dayik li dijî vî şerî rabin ser piyan û bêjin ‘êdî bes e.’ Ev çend mehin mirov di greva birçîbûnê dene. Ma dê kengî bibînin.”

Ayten Beçet li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebze ya Kocaeliyê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike çalakiyeke canbexşane pêk anîbû û şehîd bûbû. Malbata Beçet ji bo cenazeyê keça xwe werbigirin ber bi Stenbolê bi rê ketin.

Dayika Beçet, Fatma Beçet ku li Dîlokê ji cîranên xwe hîn bû ku keça wê şehîd bûye, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Dayik Beçet diyar kir ku herî dawî di hezîrana 2018’an de dema Cejna Remezanê wê keça xwe dîtiye û heftiya bihurî roja pêncşemê jî bi telefonê axivîne. Dayika Beçet  wiha got: “Ji min re got li girtîgehê rewşa wan baş e, bila dilê we rehet be. Wê li hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de bûn, dinerî. Ew ne di greva birçîbûnê de bû. Di telefonê de ji min re got, ‘vê navberê, ez ê tiştekî bikim’. Lê min fêhm nekir çi got. Bi min de xeyidîbû û gotibû, ‘çima hûn naçin cem hevalên ku di greva birçîbûnê de ne.’”

‘Divê tecrîd biqede’

Dayik Beçet li dijî tecrîdê helwest nîşan da û ev tişt anî ziman: “Bila dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin. Bila ev şer jî biqede. Em naxwazin kesek bimire. Kezeba min peritî, bila kezeba dayikên din neperite. Bila dayik rabin û li dijî vî şerî bibêjin, ‘êdî bes e’. Ev çend meh in mirov di greva birçîbûnê de ne.”

Hat diyarkirin ku piştî cenazeyê Ayten Beçet ji Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosna ya Stenbolê bê girtin dê bînin Dîlokê. DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar