Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dayika Bedriye banga xwedîderketina cenazeyan kir

Di 19’ê Kanûna 2017’an de li Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û şandibûn ATK’ya Stenbolê. Lê belê 15 meh in cenaze tên sekinandin. Ji bo girtina cenazeyan Bedriye Kiliç ku cenazeyê kurê wê jî li goristanê hat derxistin, bang li malbatan kir ku ji bo wergirtina cenazeyan serlêdan bikin

Di 19’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, li Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û ew biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Lê belê ji 267 cenazeyan 265 jê 15 meh in li ATK’ê tên sekinandin. Heta niha tenê du malbatan cenazeyên xwe wergirtine.

Ji bo wergirtina cenazeyan heta niha 32 malbatan serlêdan pêk aniye, lê belê Bedriye Kiliç, Hayriye Yûrdakûl, Sûltan Tûtmaz, Abdûllah Çîçek û Nazîme Kaya ji bo cenazeyên zarokên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dan. Ji bo DNA’yê xwîn ji malbatan hat girtin. Tevî van malbatan hejmara kesên serî li dozgeriyê dane bû 38. Lê belê hîn 227 malbat mane.

Hestî tên îşkencekirin

Bediye Kiliç, dayika Metîn Kiliçê HPG’î ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, xwest cenazeyên wan bidin.

Kiliç diyar kir ku hestiyên zarokên wan hatine îşkencekirin û heta ew hestiyên zarokên xwe wernegirin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Hestiyên me nayên firotin. Ji gorê derxistin. Ev şermeke mezin e. Ji bo tirkan şermeke mezin e. Bi mehan e hestiyên me ji me direvînin. Ma wê çawa ji nifirên dayikan xelas bibin.”

‘Bila her kes doza hestiyên xwe bike’

Her wiha Kiliç bang li 227 malbatên hîn serlêdan pêk neanîne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila her kes doza hestiyên xwe bike. Zarokên me di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest dan. Em kurd in. Xwedê em kurd xuliqandine. Em ne dev ji têkoşîna xwe ne jî dev ji hestiyên xwe berdidin. Divê her kes demildest biçe ji bo DNA’yê xwînê bide.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar