Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!

Halîse Aksoy a ku cenazeyê kurê wê Egîd Îpek bi PTT’ê ji wêre şandin, bi minasebeta Roja Dayikan got: “Ma ji bo dayikên kurd roja dayikan heye? Dayikên kurdan tim bi dil şewat in. Divê em bi hezaran dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên. Bêjin êdî bes e. Bila bes xwîn bê rijandin. Êdî bes e!”

Halîse Aksoy a ku dozgeriyê cenazeyê kurê wê Egîd Îpek kirin pakêt û bi PTT’ê jê re şandin, bi minasebeta Roja Dayikan pirsa “Ma ji bo dayikên kurda roja dayikan heye? kir û wiha got: “Dayikên kurdan tim bi dil şewat in. Tim zarokên wan ji wan dûr in. Ji ber wê em ê çawa roja dayika pîroz bikin? Rojên me tim reş in. Em tim dilşikestî ne. Lê em bi zarokên xwe serbilind in. Bi wê serbilindiyê roja me heye weki din roja me reş e.”

‘Di rojên azad de ev roj xweş e’

Aksoy, da zanîn ku di rojên azad û aştiyane de rojên dayika xweş dibin û wiha lê zêde kir: “Em dayik dest bidin hev. Bi hevre serî rakin û bêjin êdî bes e! Bila xwîn bes bê rijandin ku rojên xweş li pêş me bin. Di rojên bê xwîn û aştiyê de roja dayika xweş e. Kengî şer û xwîn sekini wê demê dê dayik jî bi zarokên xwe û mezelên xwe şa bibin. Bi hezaran hestî winda kirine. Ez li malê ne rehet im. Lê eger em bi hezaran destê xwe bidin hev û biçe li pêş meclîsê rûnên û bêjin êdî bes e, bila xwîn bes bê rijandin. Em naxwazin mirov bên kuştin. Em xwişk û biratî, wekheviyê dixwazin. Em jî dixwazin weke dayikên wan rojên me xweş bin. Zarokên me jî rojên me pîroz bikin.”

‘Gotinên hikumetê bê waten ne’

Aksoy, gotina rayedarên dewletê a “Bihişt di bin lingên dayikan de ye” jî rexne kir û wiha pêde çû: “Ew ji bo xwe dibêjin bihişt di bin lingên dayikan de ye. Ewqas zilm û zorê li ser dayîkan û zarokên wan dikin. Rojên me kurda reş dikin. Îqtîdar tenê dayik û zarokên xwe dibînin. Yên kurdan nabînin.” Aksoy, êrîşên gor û goristanan jî şermezar kir û got: “Heke misilman bûna dîn, îman, wijdan û insanetî bi wan re hebûya goristan bombe nedikirin. Gor tar û mar nedikirin. Hestiyê mirovan nedixistin paketekan û bi PTT’ê nedişandin. Ew ji însanetiyê derketine.”

Êdî bes e! 

Aksoy, anî ziman ku di Roja Dayikan de kurê wê dihat roja wê pîroz dikir wiha bi dawî kir: “Dema zarokê min diyarî dianîn û roja min ya dayikan pîroz dikir pir kêfa min dihat. Ewqas bi coş, kêf diket hundirê malê. Anha ez naxwazim qala roja dayikan bikim. Ev roj li me reş kirine. Rojên dayikan ji me re nehiştine. Ez di serî de ji Erdogan dipirsim. Wexta tu êvarî diçî nava zarokên xwe tu çawa diçî û li rûyê zarokên xwe dinêre?  Zarokên kurdan ên hûn bi tank û topan dikujin û cenazeyê wan ji malbatên wan re dişînin bînin ber çavê xwe. Êdî bes e” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar