Dayika hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Fatma Sevî Keskîn ku îro jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Karacaahmetê hate definkirin
Dayika hevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Kesekîn, Fatma Sevgî Keskîn a 87 salî, îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Keskîn piştî nimêja esir, li Goristana Karacaahmetê hat definkirin. Dayikên Şemiyê, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci, serokê giştî yê DÎSK’ê Farûk Eren, hevserokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, parêzvanên mafên mirovan û gelek kes di merasîma cenazeyê de amade bûn. STENBOL