Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dayika girtî: Divê tu carî dev jê bernedin û li ber xwe bidin

Xizma girtî Zahîde Eman der barê grevan de axivî û wiha got: “Ez ê her tim ligel girtiyan bim. Têkoşîna wan têkoşîna min e. Bila dest ji têkoşîna xwe bernedin. Li ber xwe bidin. Bawer im ku dê bi ser kevin.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’î de ketin greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem. Greva girtiyan tevî zext û zordariyên rêveberiyên girtîgehan jî di roja 144’an de bi biryardariyeke mezin didome.

Girtiyê bi navê Baran Eman li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Amedê dimîne. Baran di 2015’an de ku 16 salî bû li Nisêbînê di pêvajoya rêveberiyên xweser de birîndar bû û piştre hat girtin. Eman ku hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Eman ku 5 sal in girtiye, 5 meh berê şandin girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Amedê.

Dayika Baran, Zahîde Eman der barê binpêkirinên mafan û grevên birçîbûnê de axivî û bertek nîşanî zextan da.

‘Ya tê kirin ne zilm e?’

Dayikê diyar kir ku kurê wê 16 salî li Nisêbînê birîndar hatiye binçavkirin û wiha got: “Di bin çavan de îşkence lê hat kirin. 5 sal in girtiye. Di encama darizandinê dadgehê 55 sal ceza dayê. Dema kurê min hat girtin biçûk bû. Îşkence lê kiribûn. Di îşkenceyê de çîma wî şikandin. Her wiha ji sê cihên cuda birîndar bû. Niha li girtîgehê zilm û heqeret heye. Kurê min herî dawî dema geriya got gardiyan bi ser qawişan wan de digirin û semawerê çaya wan desteser kiriye. Baran sê mehan kiribûn qawişê yek kesî. Gelo ev ne zilm e çi ye? Em dayikên kurd çi bikin, em jî bikevin grevê.”

‘Bila her kes deng bide zindanan’

Dayika Zahîde da xuyakirin ku divê her kes li derve bibe dengê girtîgehan û wiha pêde çû: “Niha grev heye. Ne şeva me şev ne roja me roj e. Me tu xêr ji vê dewletê nedît. Yekane daxwaza me aştî, azadî û nasname ya me ye. Kurê min li ser vê hat girtin. Di 2018’an de kurê min 120 rojan di grevê de ma. Têkoşîna girtiyan a min e. Ez her tim ligel wan im. Bila tu carê dev jê bernedin û li ber xwe bidin. Ez bawer dikim ku dê bi ser bikevin. Bila her kes deng bide dengê zindanan.”

‘Rabin em jî bikevin grevê’

Her wiha dayikê da zanîn ku ev pêvajo wisa nameşe û wiha bang li dayikan kir: “Divê em jî tiştekî bikin. Gardiyan girtiyan derb dikin. Girtî rastî lêgerîna tazî tên. Rabin em jî li derve bikevin grevê. Alavên girtiyan desteser dikin. Neçar hiştine ku girtî alavên nû bigirin. Hem malbat û hem jî girtiyan dikin zorê.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar