Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dayika girtî: Li dijî neheqiyan li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hat destpêkirin

Dayika girtî Nejdet Terlakê ku 11 sale di girtîgehê de ye Nûriye Terlak destnîşan kir ku Li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ku lawê lê girtî ye zilm tê kirin û girtiyan jî li dijî vê yekê greva birçîbûnê dane destpêkirin.

Di van demên dawî de li gelek girtîgehan, agahiyên bêhiqûqiyê û binpêkirina mafan tê girtin. Rewşa girtîgehan her diçe dijwartir dibe. Her wiha li çend bajaran malbatên girtiyan ji bo li dijî zilma li ser girtiyan derkevin bi daxwaza edaletê Nobeda Edaletê ev saleke dane destpêkirin û hê jî didomînin. Dayika girtî Nejdet Terlak ê ku 18 sal ceza lê hatiye birîn û 11 sal e li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê girtî ye Nûriye Terlak jî rewşa di girtîgehan de anî ziman û bêhiqûqiyên li dijî girtiyan vegot.

Terlak da zanîn ku berê niha 4 rojan gardiyan û leşkeran bi ser qawişan de girtiye û qawiş hatine gûhertin. Terlak diyar kir ku pirtûkên wan tev desteser kirine û birine û wiha got: “Me nû bihîst ku girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Zarokên me greva birçîbûnê dabin destpêkirin, em jî nasekinin û dest ji zarokên xwe bernadin. Çi ji destê me were em dê ji bo zarokên xwe bikin. Em ê herin deriyê girtîgehan û bikevin grevê, em ê piştevaniya zarokên xwe bikin.”

Terlak banga piştevaniya bo girtiyan li her kesî kir û wiha axivî: “Ez bang li tevahî dayikan dikim ku bila werin em dest bidin hevdû û em piştevaniya kesên ku di girtîgehan de dimînin bikin. Em zarokên xwe tenê nehêlin. Em bi zarokên xwe ser bilind in. Zarokên me ne girtinê ne jî kûştinê xilas dibin. Êdî bila dest ji zarokên me berdin. Me zarokên xwe ji bo wan xwedî nekirine. 18 sal dane lawê min û ev 11 sale jî di girtîgehê de ye. Tevahî girtî zarokên min in. Ez ser hemû girtiyan diaxivim. Em girtin û îşkenceya li zarokên me tên kirin qebûl nakin. Çi jî hewce bike em ê ji bo zarokên xwe bikin û em zexta li ser zarokên xwe qebûl nakin. Ez dubare bang li dayikan dikim ku bila werin em destê hevdû bigirin. Kesek ji bo me tiştekê nake. Tevahî dewletan xwe ker û lal kirine. Tu kes ji me re tiştekê nake, hewce ye em ji bo xwe û zarokên xwe tiştekê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar