Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dayika girtiya nexweş: Em azadiya serokatiyê dixwazin

Meryem Soylu ku dayika girtiya nexweş a di greva birçîbûnê de ye got ku girtî li hundir li ber xwe didin û wiha axivî: “Em azadiya serokatiyê dixwazin. Divê çi ji destê kê tê niha bike.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û zêdetirî 33 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan grevên birçîbûnê destpê kirin. Yek ji van girtiyên ku tevli greve bûye Amîne Kaya ya li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan a Stenbolê girtiye.  Dayika Amîne, Meryem Soylu derbarê mijarê de axivî.

Meryem di axaftina xwe de destnîşan kir ku çalakiyên hatine destpêkirin ne tenê li girtîgehan divê li derve jî bê kirin û wiha got: “Divê em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e. Grevên birçîbûnê di bin şertên giran de pêk tên. Çalakiya ji bo serokatiyê hatiye destpêkirin watedare. Divê gelê me xwedî li îradeya xwe û xwedî li serokatiya xwe derkeve. Gelê kurd di vê rê de canê xwe malê xwe feda kir. Ev pêvajo gelek girîng e. Divê her kes destê xwe bide ser wijdana xwe. Divê xwedî serokatî, azadî, şehîd û axa xwe derkevin. Ev pêvajo ji bo gelê kurd pêvajoya hebûn û tunebûnê ye.”

Gelê kurd berdêlên giran da

Di berdewamiya axaftina xwe de Meryem da zanîn ku bi azadbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re wê Kurdistan jî azad bibe wiha domand: “Di dîroka cîhanê de tecrîdek wisa nehatiye dîtin. Gelê Kurd di bin şertên xerab de bedelên giran dan. Gund hatin şewitandin. Mal hatin talan kirin. Girtin û îşkence pêk hatin. Her tişt hat serê gelê kurd. Tevî vê gelê kurd têkoşîna xwe domand. Gelê kurd bi berxwedanê bersiv da vê hovîtiyê. Ji vir şûnde jî wê li dijî vê derkevin. Dewlet ji Abdullah Ocalan ditirsin. Ev tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Meryem balkişand ser rewşa keça xwe Amîne û wiha pêde çû: “Amîne ji ziravê emeliyat bû. Niha jî ji çavên xwe nexweş e. Randevuyê digire lê nayê qebûlkirin. Ez 9 salan di girtîgehê de mam. Şertê girtîgehê baş dizanim. Xwarin gelek xerabin. Zext zêde ne. Nexweş nayên dermankirin. Şertên girtîgehan niha ji berê girantirin.”

Meryem daxuyand ku ji keça xwe û girtiyên din tevî di şertên giran de tên girtin û nexweşin jî ketin greve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Keça min û hevalên xwe ji bo serokatiyê ketin grevê. Ez wan pîroz dikim. Keça min xwişka sê şehîdan e. Ji bo serokatiyê bi vê nexweşiya xwe ket greve. Ez bang li gel dikim, yên ji xwe re dibêjin ez kurd im, em azadiya serokatiyê dixwazin divê çi ji destê wan tê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar