Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika ku zarokên wê bûn qurbaniya şer: Ew dîmen ji hişê min naçe

Dayika Narîman di êrîşa dewleta tirk a li dijî Qamişloyê de zarokê xwe Mihemed winda kir û lingê keça wê Sarayê jî qut bû. Dayika Narîman kêliyên êrîşê wiha vedibêje: “Dema ji malê derketim min xwîn dît. Min li dora xwe nihêrî û mat bûm. Mîna ku birûskek li min ketibe. Ez li ser xwîna zarokên xwe sekinîbûm. Ew dîmen ji hişê min naçe. Zarokên min li ser erdê dirêjkirî bûn û xwîn ji wan diherikî.”

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di 10’ê cotmehê de navenda Qamişloyê topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokê bi navê Mihemed Yûsif şehîd bû û xwişka wî Sara jî birîndar bû û lingê wê qut bû.

Dayika zarokan Narîman li nexweşxaneyê li cem keça xwe Sara dimîne. Narîman têkildarî mijarê ji ANHA’yê bi Şînda Ekrem û Ehmed Semîr re axivî. Narîmanê anî ziman ku dewleta tirk beriya êrîşê gef dixwarin û ji ber vê yekê jî şêniyên taxên nêzî sînor ji malên xwe derketin û berê xwe dan taxên dûrî sînor. Bi berdewamî jî Narîmanê wiha got: “Taxa me ya Qidûr Beg hinek nêzî sînore ji ber wê jî me biryar da ku biçin mala tiyê min a li taxa Kornîşê. Me bang lê kir ku ber me ve were û me bibe.”

Kêliyên êrîşê

Di berdewamê de jî Narîmanê destnîşan kir ku dema amadekariyên xwe dikirin, zarokên wê Mihemed û Sara derketin derve û li benda apê xwe sekinîn. Nerîmanê wiha domand: “Ji nişkan ve dengê teqîneke mezin hat. Min got qey mal bi serê me de hilweşiya. Bi hawar û qîrin derketim derve. Ber deriyê malê toz û dûman bû. Dema ji malê derketim min xwîn dît. Min li dora xwe nihêrî û mat bûm. Mîna ku birûskek li min ketibe. Ez li ser xwîna zarokên xwe sekinîbûm. Ew dîmen ji hişê min naçe. Zarokên min li ser erdê dirêjkirî bûn û xwîn ji wan diherikî. Bi dengekî bilind qîriyam û pê hesiyam ku felc li min ket. êdî nizanim çi bikim?”

Mihemedê biçûk hate qetilkirin

Narîmanê bi berdewamî jî wiha got: “Min dît ku hevjînê min ber me ve baz dide. Mihemed xist hembêza xwe û qîriya. Di wê kêliyê de bavê min gihaşt me û keça min Sara rakir. Min bi çavên xwe dît çawa lingê Sara pê ve hêl dibe. Bûbû mîna komeke goştê hûrkirî û xwîn jê diherike. Hêz di çongên min de nema. Cîranan jî her du zarokên min rakirin nexweşxaneyê. Dengê Sara û hevjînê min mîna zingelekî li ber guhê min bû. Min di got qey em di kabûsekê de ne. Çend deqe piştre gotin ku parçeyên topê li dilê Mihemed ketine û jiyana xwe ji dest daye. Sara jî birin odeya emeliyatê. Piştî demekê derxistin lê lingê wê qut bû.”

‘Ên ku zarokan qetil dikin terorîstin ne zarok’

Herî dawî jî dayika Narîman wiha got: “Bi salane em li taxa xwe di nava ewlehiyê de bûn. Îro Erdogan zarokên me dikuje û me bi terorîstan wesif dike. Kengî zarok û sivîl bûne terorîst? Yên terorîst kujerên zarokane. Ez van kesên ku zarokên min qetil kirin ji bîr nakim. Ez bang li hemû dewleta û rêxistinên mafên mirovan dikim; dewleta tirk zarokên me qetil dike û sûcên şer dike gelo hûn çima bêdengin?” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar