Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayika Kurkut: Qatil! Te çima kuşt?

 

Dadgeha li doza Kemal Kurkut mêze dike, ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî cînayetî hatin amadekirin de, ji Saza Giştî ya ATK’ê xwest ku raporek nû amade bike. Dayika Kurkut Secan Kurkut a beşdarî danişînê bû jî ji polîsê bersûc re pirsa ‘Qatil! Te çima kuşt? Ma Kemal çi ji te kiribû?’ kir

Danişîna doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Y.Ş. bi sûcdariya ‘bi bizanebûn kuştin’ bi cezayê muebatê tê darizandin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Dayika Kurkut Secan Kurkut, birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê, bersûc polîs Y.Ş. û parêzerên wî beşdarî danişînê bûn.

Di danişîna ku gelek polîsan şopand de, rapora herî dawî ya Buroya Krîmînal a Neteweyî (UKB) derbarê kuştina Kurkut de amade kiribû gihişt dadgehê.

UKB’ê di rapora xwe ya destpêkê de berovajiyê rapora xwe ya duyemîn tespît kiribû ku Kurkut rast e rast bi gule reşandinê hatiye kuştin. UKB’ê nakokiya rapora xwe ya duyemîn girêdayî daxwaza tespîtkirina gumanbar û neşandina dendika guleye, îşlikê guleyê, encamên rapora otopsiyê ya dadgehê kir. Di rapora duyemîn a UKB’ê de tê ragihand ku bi lêkolînên li ser rapora ku weke xwelî hatiye şandin ev encam derketiye holê.

UKB’ê encamên ku di rapora xwe de gihîştiyê bi van hevakon vegot: “Weke ku berê jî di rapora UKB’ê de hatibû diyarkirin kesê gule berdaye Y.Ş e. Bi daxwaza duyemîn a 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, li ser mijara teqez çawa lêdanbûnê xebat hatine kirin û di encamê de kuştî bi teqandina guleya destpêkê ya ku ji demançeya Y.Ş derketiye û pekiyaye birîndar bûye. Bi dîmenên ku hatiye deşîfrekirin derketiye holê ku gula hatiye berdan diteqe û ji erdê dipeke ser kuştî û kuştî neyatiye hedefgirtin.”

Dadgeha ku li dozê mêze dike, ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî cînayetî hatin amadekirin de, ji Saza Giştî ya ATK’ê xwest ku raporek nû amade bike.

Bersûc xwe parast

Polîsê bersûc parastina xwe ya nivîskî pêşkêşî dadgehê kir û bi devkî jî kurt axivî. Polîs Y.Ş. di parastina xwe de du raporên bi nakok qebûl nekirin û wiha got: “Ez dixwazin TUBITAK raporek nû amede bike. Ez bê sûc im û beraeta xwe dixwazim.”

‘Ez tenê edaletê dixwazim’

Dayika Kurkut Secan Kurkut a cara yekemîn bi bersûc polîs Y.Ş. re rû bi rû ket, di danişînê de axivî û got ku ew tenê edaletê dixwaze û xwest herkes xwe têxe şûna wê. Dayik Kurkut dûre berê xwe da polîsê bersûc û wiha got: “Qatil! Te çima kuşt? Ma Kemal çi ji te kiribû. Hêvî dikim ku tu wijdan ezabî bikêşî. Ez hêvî dikim ku cigera te jî bi şewite.”

Serokê dadgehê dûre xwest ku leşker Secan Kurkut ji dadgehê derbixin. Leşkeran jî li ser vê yekê Kurkut ji salona dadgehê derxistin.

Dûre parêzeran parastin kirin. Parêzerê malbata Kurkut Mehmet Emîn Aktar, di parastina kir de, diyar kir ku wan fêm nekir ku çima dadgeh ji Buroya Krîmînal a Neteweyî rapora duyemîn dixwaze û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku dewlet ji rapora yekemîn aciz bû, rapora duyemin amade kir. Gelo çima di rapora duyemîn de cih nedane dîmenan. Tîba rapora duyemîn, karê derxistina karekê ye. Em dixwazin dîmen li salona dadgehê bên temaşe kirin.”

Parêzer Reyhan Yalçindag jî ev tişt vegot: “Bersûc bi armanca kuştinê tevgeriyaye. Bi awayek pergalî bersûc tê parastin. Em difikirin ku ev aqlê dewletê ye. Bi hezaran girtî ji ber ku mafên xwe demokratîk bi kar anîn niha di girtîgehan de ne. Lê bersûcên ku mirovan dikujin, bêyî ku bên girtin, li derve tên darizandin.”

 Dadgeh raporek nû xwest

Piştî parastinan, dadgehê navber da. Dadgehê piştî navberê daxwaza girtina bersûc red kir û ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî cînayetê hatine amadekirin de, ji Saza Giştî ya ATK’ê xwest ku raporek nû amade bike û danişîn taloq kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar