Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt’

Dayikên Şemiyê di hefteya 727’an de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Amed û Êlihê, çalakiyên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” berdewam kirin

Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kiyar bên darizandin, di hefteya 727’an de  xwestin dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê dîsa rastî astengiya polîsan hatin û çalakiya xwe li kolana ber avahiya ÎHD’ê berdoewam kirin. Polisan dîsa wekî her hefte kolana ÎHD’ê dorpêç kirin û Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan.  Dayikên Şemiyê yên di bin dorpêça polîsan de li kolana ÎHD’ê kom bûn, tîşortên ku wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin li ser heye li xwe kirin. Dîsa wêneyên xizmên xwe yên winda rakirin. Qerenfîlên sor bilind kirin. Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, dîroknas Erdogan Aydin û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê di 27’ê sibatê 1994’an de hat binçav kirin û windakirin pirsîn. Li vir Fatma Kaya ji bo kalikê xwe Ahmet Kaya yê di sala 1996’an de li Basa hat qetilkirin helbest xwend.

‘Rêya azadiyê di heqîqetê re derbas dibe’

Vê hefteyê keça Fehmî Tosun ê di sala 1995’an de hat windakirin Besna Tosun daxuyanî da. Tosun anî ziman ku civaka çavê xwe ji rastiyê re girtibe, nikare bigêje azadî û edaletê û wiha got: “Ji ber ku rêyea azadî û edaletê di rêya heqîqetê re derbas dibe. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo heqîqetê rûmet e û erka me tevan e. Menekşe Aydinlar 25 salin bi heviya ji kurê xwe yê digot “Roniya çavê min e” agahî jê bistîne dijî. Menekşe ji me re digot “Tişta li me tê kirin zilm e. Dewletê got ‘Kurê te fîrar kiriye’ Min bawer nekir. Ger ku fîrar kiribûya dê rojekê bi dizî bihata malê. 7 salan xew neket çavê min. Ji bo dengê van mirovan bigêje mirovên din em hatin li vir kom bûn. Aydinlar di 20’ê sibata 1994’an de ji aliyê Polîsên TEM’ê yê Încîrlî yê Bakirkoyê ve hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polisan a Stenbolê ya li Gayrettepe. 7 rojan binçavkirina Cuneyt înkar kirin. Di 27’ê sibata 1994’an de qebûl kirin ku di bin çavan de ye. Lê dema 14 kesên hatin binçavkirin sewqi dozeriyê kirin Cuneyt ne di nava wan de bû. Kesên hatin girtin di 17’ê adara 1994’an de bi rêya parêzerên xwe agahî dan û diyar kirin ku Cuneyt Aydinlar di 20’ê sibata 1994’an de hatiye binçavkirin û heta 2’ê adara 1994’an jî bi hevre di bin çavan de bûn. Diyar kirin ku ger tiştek hatibe serê Cuneyt Mirûdiyeta TEM’ê ya Gayrettepe berpirsiyar e.”

‘We çi kir ji kurê min’

Tosun anî ziman ku gelek kes bûne şahid ku îşkenceyek giran li Cuneyt hatiye kirin û ji ber îşkenceya giran nekaribû bimeşe û wiha bi dawî kir: “Lê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, herî dawî diyar kiriye ku kurê wan di 28’ê sibata 1994’an de birine Çukurcuma ya Beylogu û li wir reviya ye. 25 salin em dixwazin edalet pêk bê. Em dixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Em ji bo Cuneyt Aydınlar edaletê dixwazin. Menekşe Aydinlar dibêje ‘Heqê min heye ez fêr bibim. We çi kir ji kurê min?’ Em bersîva pirsa dayikê ji maqamên edlî dixwazin.”

 ‘Em ê ji bo Galatasaryê têbikoşin

Piştre birayê Aydınlar Emrah Aydınlar diyar kir ku 25 salin ji bo windayan bibînin têdikoşin û wiha got:  “Qada Galatasarayê êdî bûye goristana me. Em ê teqez rojekê li qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin û têbikoşin. 727 hefte ye em kom dibin û li windayan digerin. Dewlet her dem dixwaze me bi êşê terbiye bike. Gotin reviya ye. Lê Cuneyt ji ber îşkenceya giran nekarîbû bimeşiya. Dayika min 7 rojan li ber deriyê malê rûnişt. Got dê Cuneyt bê. Em ê têkoşîna xwa ya li Qada Galatasaraye berdewam bikin.”

Dayikên Plaza De Mayo piştgirî da çalakiyê

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 525’an de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kir. Li Amedê ji ber ku qada Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu hatiye qedexekirin, xizmên windayan û ÎHD’ê çalakî li avahiya ÎHD’ê ya Amedê pêk anîn. Di çalakiyê de ji dayikên Plaza De Mayo, Nora Cortinas, Namzetên HDP’ê yê Hevşaredariya Amedê, Peyasê, Sûrê, Endamên Platforma  Jinan a Dîcle Amed û gelek kesên din amade bûn. Dayikan di çalakiyê de wêneyên xizm û zarokên xwe rakirin.

Dayikên negştin zarokên xwe bibîr anîn

Di çalakiyê de Cîgira Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray Saman diyar kir ku dayik li Amed û Stenbal jî di navde gelek cihan ji bo bigêjin zarokên xwe çalakiya rûniştinê pêk tînin û wiha got: “Dayika Hediye ku ji stenbolê ji bo hestiyê zarokên xwe bibîne hat Kerborê, piştî hestiyê zarokên xwe dît demek kin jiyana xwe ji dest da. Dîsa Dayika Berfo bi salan li kurê xwe geriya. Bêyî hestiyê kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Ez dayikên ji yana xwe ji dest didim bibîr tînim. Barê me pir giran e. Em weki sazî dê her tem li pişt malbatan û li vir têkoşina xwe berdewam bikin. Du roj berê rapora dîmenên der barê kuştina Kemal Kurkut de ku kujer diyar dike li dadgehê hat tespitkirin. Le mixabin kujerê Kemal Kurkut hêj erka xwe berdewam dikin. Dîsa kujerê Tahir Elçî di nava me de ye. Çalakiya birêz Leyla Guven daye destpêkirin îro li girtîgehan belav dibe. Girev ketiye asta krîtîk. Dibe ku bûyerên neyînî jî pêş bikevin. Em bang li rayedaran dikin ku bi lez gavan bavêjin.”

‘Min hestê piştevanıyê yên dayiken Plaza de mayo anîn’

Piştre Ji dayikên Plaza De Mayo, Nora Cortinas ku duh Leyla Guven li malê ziyaret kir û îro tev li çalakiya xizmên windayan bû wiha got: “Dema ez hatim vir, min piştevaniya Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînê anîn ji were. Em jî li wir ji bo hafizayê têkoşînê didin. Ez ji bo Leyla Guven û yên di grevê de hatim piştevaniyê. Yên di girevê de hem ji bo axa xwe, hem ji bo azadiya xwe û hem jî li dijî tecrîda Ocalan di grevê de ne. Em ji bo heskirina dayikên ku zarokên xwe winda kirine li vir in.”

Nora Cortinas jî çîroka kurê xwe vegot û wiha got: “Dema kurê min hat revandin u windakirin 24 salî bû. Kurê min di qada siyasetê de xebat dikir. Min herî dawî di 15’ê nîsana 1977’an de dît. Piştre çi lê hat qet agahiya min çê nebû. Wêneyê li vir û wêneyên li Arjantinê dişibin hev. Min dît ku wêneyên wan pir dişibin hev. Em ê têkşîna xwe berdewam bikin.”

Li Êlihê jî çalakıya rûniştinê berdewam kir

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 431’an de çalakiya xwe li avhiya ÎHD’a Êlihê berdewam kirin. Xizmên windayan,  rêveberên ÎHD’ê û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) tevli çalakiyê bûn. Li vir jî namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Êlihê amade bûn. Li vir jî pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Rêveberê ÎHD’ê yê Êlihê Mercan Argunaga diyar kir ku ew dê lêgerîna aqûbeta windayan berdewam bikin û aqûbeta Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Îsmaîl Agaya yê di 29’ê Gulana 1994’an de hat windakirin xwend. Argunaga, anî ziman ku Ayaga bi zorê ji aliyê kesên çekdar ve hat revandin û carke din agahi jê nehat girtin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. STENBOL / AMED / ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar