Nesrîn Teke 19 sal berê ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bike xwe şewitand. Birayê Teke jî bi heman daxwazê niha li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Dayik Nezahat Teke jî got ku ji mirinê wêdetir tiştek din heye? û banga hestiyariyê kir
Hevseroka KCK’ê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li girtîgehê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Guven piştî ji girtîgehê hat berdan jî li mala xwe çalakiyê dewam kir û di roja 124’emîn de didomîne. Piştî Guven di 16’ê kanûna 2018’an de girtiyan jî li girtîgehan bi armanca rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 1’ê Adarê de jî greva birçîbûnê li tevahî girtîgehan belav bû û hat destpêkirin. Mazlum Teke yê ev 2 sal e li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye jî dest bi greva birçîbûnê kir.
Dayika Teke, Nezahat Teke ku bi salan e dayika aştiyê ye, der barê çalakiya kurê xwe de axivî.
Dayik Teke di heman demê de dayika Nesrîn Teke ya di 10’ê tîrmeha 2000’î de li Amedê bi dirûşma ‘Bê Ocalan qet nabe’ xwe şewitand û tecrîdkirina Ocalan şermezar kiribû, ye. Teke got ji roja keça wê xwe şewitandiye heta îro ji bo aştiyê têdikoşe û li dijî şer li ber xwe dide û da zanîn ku hevjînê wê jî ji ber dozên lê hatin vekirin neçar ma û derkeve derveyî welat û ew keçek xwe bi tenê dijîn.
‘Em ê bêdeng nemînin’
Teke diyar kir ku keça wê ji bo şermezarkirina tecrîkirina Ocalan bedana xwe daye ber agir û îro jî kurê wê û bi hezaran girtî li dijî tecrîdê bedena xwe dane ber mirinê û wiha domand: “Bila kes ne li bendê be ku em wek dayikan bêdeng bimînin. Ku zarokên me birçîbin em ê çawa rehet bijîn.”
20 sal e ji bo aştiyê têdikoşe
Di axaftina xwe de Teke anî ziman ku jiyana wê bi berzkirina dirûşmên ‘Bila însan nemirin’ û ‘Dayik negirîn’ re derbas bû û wiha domand: “Ev 20 sal in ez ji bo aştiyê têdikoşim. Min keça xwe ji bo daxwaza milyonan winda kir. Bila kîn, nefret û mirin pêk neyê. Bi mehan e mirovan bedena xwe daye ber mirinê. Guh û çavê xwe ji vê daxwazê re digirin. Divê dayik bikevin tevgerê. Divê ji xewa mirinê şiyar bin. Ger ji girtîgehan darbestek jî derkeve dê bibe sedema rewşên xerab. Heke şehadet pêk werin dê li girtîgehan serhildan dest pê bike û kes nikare pêşiya vê bigire.”
Her wiha Teke xwest gelê Amedê li hember çalakiya grevên birçîbûnê hin bêtir hestiyar bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji mirinê wêdetir tiştek din heye? Ez tenê ne ji bo keça xwe têdikoşim. Divê hemû dayik ji bo zarokên xwe bi hev re têbikoşin. Dibe ku dîn, irq û fikra me cuda be lê rengê hêsirên çavê me eynî ye.” AMED