Di 19’ê Tebaxê de, di encama êrîşa balafireke bê mirov a dewleta tirk a li ser rêya Elî Fero de, yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj şehîd bibû.
Dayika şehîd Rênas, Emîne Bîglerî axivî û ev tişt anî ziman: “Ez bi şehadeta du kurên xwe yên ku şehîd bûne, serbilind im. Ji ber ku şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ne, ne tenê kurê min in, fermandar Rênas Roj jî kurê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Niha şehîd Rênas, mêhvanê rojavayê Kurdistanê ye. Ez gelek spasiya xelkê Rojava dikim, wek dayikek ez dixwazim, li cihê min hûn kurê min hembêz bikin. Ez xeman naxwim û dilteng nabim, ji ber ku ne di rêyek xirab de şehîd bûne. Ji bo vê jî ez û malbata xwe bi wan serbilind in. Ji bo xelkê Derbendîxan jî gelek spas, hemû xema me parve dikin. Her şehîdek Kurdistanê, şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ye.” SILÊMANÎ