Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Dayika Taybet li cihê ku hatibû qetilkirin bi bîr anîn

Dayika Taybet Înan li cihê ku lê hatibû kuştin hat bibîranîn. Di bîranînê de keça wê Halîme Înan axivî û got ku dayika wê dayika hemû Kurdistanê ye.

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, di qedexeya derketina derve ya sala 2015’an ku 38 rojan berdewam kiribû de Dayika Taybet Înan di roja 5’an a qedexeyê de bi tiyê xwe Yûsûf Înan re hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû hiştin. Di 6’emîn salvegera kuştina wê de Rêxistina HDP’ê ya Silopiyayê, Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû qetilkirin bi bîr anî. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyek rezgirtinê dest pê kir û destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Sîlopyayê Asûman Kûlter axivî. Kûlter dayika Taybet bi bîr anî û got ku heta ku faîl bên cezakirin dê tebikoşin.

‘Edalet di ve kolanê de ma’

Piştre parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr diyar kir ku qetilkirina dayika Taybet, nîşaneya dijminahiya bi gelê kurd re ye û wiha got:” Dayika Taybet bû rûmeta hemû gelê kurd. Yên ku dayika Taybet qetilkirin dijminê gelê kurd in. Ew kesên ku ev 6 sal in faîlên dayika Taybet aşkera nekirine jî dijminê gelê kurd in. Kesên ku li ser bedena dayika Taybet polîtîkayên qirêj dan meşandin û komployan pêk tînin ew in dijminê gelê kurd. 7 roj û 7 şev bedena dayika Taybet li kolanê ma. Ji wê rojê heta niha welat di tarîtiyê de ye. Heta niha jî di vê kolanê de ew taritî heye. Edeleta Tirkiyeyê li kolana ku dayika Taybet hatî qetilkirin de maye. Ev dewlet heger bixwaze kî bi gelê kurd re jiyanek ava bike, beriya her tiştî divê bi van komkujiyan re hevrû bibe. Ew kesên ku ev hovitî kirin niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Di cîhanê de mînaka vê tune ye. Qetlilkirina dayika Taybet nîşan dide ku ji bo kuştina te hewce nake ku tu endamê partiyekî yan jî rêxistinêkî bî, tu kurd bî bes e. Li ser qetilkirina dayika Taybet 6 sal derbas bûn, lê belê me ji bîr nekir û em ê ji bir nekin.”

Dayika hemû Kurdistanê ye

Piştre li ser navê malbatê keça Înan, Halîme Înan axivî. Înan da zanîn ku ew ê wê rojê tu caran ji bîr neke û ev tişt anî ziman: “Dayika min serhildêr bû. Dayika min tu caran ji bîra min naçe. Hebûna dayika min her tişt bû. Canê min û ruhê min bi diya min re bû. Xwedê destê heval û hogiran bigihîne hevdû. Dayika min dayika hemû Kurdistanê ye. Serê me tevan sax be.

Piştî axiftinan li ber wêneyê dayika Taybet qurnefîl hatin danîn.

Malbata Sanir jî hat ziyaretkirin

Piştre şandeya HDP’ê derbasî mala Mela Hesan Sanir ê ku di qedexeya derketina derve de ya navçeyê de li ser nimêjê hatibû kuştin. Li vir jî li ser navê şandeyê parlamenter Îmîr axaftineke kurt kir û got ku heta kujerên wan bên ditin ew ê tebikoşin.  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar