Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika Xelef bang li NY’yê kir: Hûn çima piştgiriyê didin kujerên jin û zarokan?

Dayika siyasetmedar Hevrîn Xelef ku ji hêla çeteyên tirkan ve hatibû qetilkirin Sûad Mihemed diyar kir ku dê Erdogan û çeteyên wî nekarin vîna gelê herêmê bişikînin. Mihemed wiha bang li NY’yê kir: “Hûn çima kiryar û binpêkirinên Erdogan paşguh dikin? Hûn çima piştgiriyê didin kujerên jin û zarokan?”

Şandeyeke ji endamên Saziyên Civaka Sivîl, Saziya Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, partiyên siyasî û ji mamosteyên bajêr pêk dihat îro serdana konê çalakiyê yên şêniyên Serêkaniyê yê ku li pêşiya Navenda Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê bûn.

Di nav şandeyê de dayika Sekretera Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku ji hêla çeteyên dewleta tirk ve bi hovane hate qetilkirin Sûad Mihemed jî hebû. Xelef di serdanê de axivî û got ku Erdogan dest bi dagirkirina çiyayên Gabarê kir û îro jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Xelef wiha domand: “Lê vîna gelê ku bi hesreta azadiyê têdikoşe û ji bo jiyaneke birûmet li ber xwe dide dê nekarin bişikînin.”

Bang li NY’ê kir

Dayika Sûad bi berdewamî jî wiha got: “Erdogan û çeteyên wî sivîl, zarok, pitik, jin û siyasetmedaran qetil dikin. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’yê dikim. Hûn li ku ne? Hûn çima kiryar û binpêkirinên Erdogan paşguh dikin? Hûn çima piştevaniya kujerên zarok û jinan dikin? Hem Erdogan û hem jî NY û rêxistinên mafên mirovan dizanin bê ka dayika Eqîde û têkoşer Hevrîn çawa bi hovane hatin qetilkirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar