Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayîka Xerîb behsa kesayetiya kurê xwe kir

Dayika şehîd Diyar Xerîb behsa kesayetî û taybetmendiya kurê xwe kir û wiha got: “Ji ber ku Diyar Xerîb serê me di hemû Kurdistanê de bilind kiriye, em bi şehadeta kurê xwe serbilindin.” Dayika Xerîb da zanîn ku Xerîb dihat heskirin û gelek taybetmendiyên wî yên baş hebûn. Dayika Xerîb got ku ew ê her tim rêbaza wî bişopînin

Dayika endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehîd Diyar Xerîb, Seade Nasir ji ROJNEWS’ê re behsa kesayetî, taybetmendî û rola Xerîb kir. Seade Nasir balkêşa ser zarokatiya şehîd Diyar Xerîb û  ev tişt anî ziman: “Gelek taybetmendiyên wî yên baş hebûn, ez nizanim çawan behs bikim. Mirovek hêmin û bêdeng bû. Di dibistanê de gelek zîrek bû û her sal pile werdigirt. Qurana pîroz jî xetim kir. Bi derdor re baş bû, bi taybet gelek ji bira û xwişkên xwe hez dikir. Mirovek ne tema bû û jîr bû. Paqij bû, dema dibistana seretayî dixwend, kêmek pere dîtibû. Pereyê dîtî anî da min û got ku bibe bide xwediyê wî.”

Dayika Xerîb behsa dema destpêkê ya şoreşgertiya Xerîb kir û wiha got: “Dema ku dibistan diketin betlaneyê, hertim havînan diçû gund. Gelek ji gund hez dikir û li mala bapîrê xwe di ma. Zêdetirî xwe bi birayê xwe şehîd Dilêr re diçûn gund. Wê demê Mame Rîşe yê pêşmerge li gundê me bûn. Diyar bi Dilêr re diçûn li gel Mame Rîşe û pêşmergeyan.”

Şehîd Diyar Xerîb di sala 1996’an de tevli nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Beriya ku tevli nava refên PKK’ê bibe, li gundê xwe yê dikeve ser bajarokê Sêwsênan a navçeya Qeredax nêzî mehek dibe mamoste û dest bi kar dike. Dayika Xerîb di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rojek hat mal û xwe amadekiribû. Ji min re got ku ezê biçim Hewlêr, tu piştre ji bavê min re bêje. Min jî jêre got tû yê ji bo çi biçî? Got karê min heye lê tu ji bavê min re bêje. Piştî wê 3 mehan me zanî ku tevli nava refên gerîlayan bûye. Diyar Xerîb ji bo perwerdeyê çûbû li gel Rêber Ocalan li Şamê.”

Dayika Xerîb Seade got ku Diyar di sala 1997’an de hat û ji wan re got ewê biçe Suriye û gel Rêber Apo û wiha pêdeçû: “Wê demê min nedixwest biçe lê ew bi israr bû ku biçe. Çû û piştî wê 13 mehan vegeriya Silêmaniyê.”

Ji bilî Diyar Xerîb, kurek din yê Seade yê bi navê Dilêr di raperîna sala 1991’an de li Kerkûk şehîd bûye. Dayika Xerîb got ku ji ber ku Diyar Xerîb serê wan di nava hemû Kurdistan û welat de bilind kiriye, ew bi şehadeta kurê xwe serbilidin. Dayika Xerîb herî dawî wiha got: “Emê ti carî dev ji rêbaza wî ne bernedin.”SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar